spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerê MRAP ê NY’ê: Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî rolekî esas e

Nûnerê MRAP ê NY’ê Gîanfranco Fattorînî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê Ocalan azad bibe.”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di meha 33’an de dewam dike. Nerazîbûnên li hemberî tecrîda li Îmraliyê dewam dikin. Hîna jî tevlîbûnên ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, dewam dikin.

Nûnerê Daimî yê Tevgera Dostaniya Gelan a Li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) a NY’ê Gîanfranco Fattorînî derbarê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji ANF’ê re axivî. MRAP saziyeke civakî ya sivîl a navneteweyî ye.

‘Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e’

Gîanfranco Fattorînî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û got ku divê demildest ev tecrîd bi dawî bibe. Fattorînî wiha got: “Em dikarin şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, bi rewşa Lîderê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela re bînin ber hev. Xwestin Mandela jî li giravekî di bin tecrîdê de bigirin, lê di encamê de azadiya Mandela ji bo çareseriya pirsgirêka li Efrîqaya Başûr rolê sereke lîst. Bi heman rengî azadiya Abdullah Ocalan jî wê bibe sedem ku pirsgirêka Kurd bi aştiyane were çareserkirin.”

Fattorînî anî ziman ku kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pir girîng e û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Fattorînî destnîşan kir ku divê Ewropa ji bo guhertina şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, bikeve nava tevgerê.

‘Helwesta Ewropayê absurt e’

Fattorînî qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û herêmên din ên Kurdistanê kir û bêdengiya Yekîtiya Ewropa ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk jî şermezar kir. Fattorînî got ku helwesta Ewropa absurt e û wiha pêde çû: “Lîderên Ewropa difikirin ku lihevkirina bi Erdogan re, ji bo berjewendiyên welatê wan e. Lê em çawa dikarin baweriya xwe bi endamekî NATO’yê ku sîstema parastinê ya Rûs kiriye, bînin? Ev nakokî ye û yekane endamê NATO’yê ku nêzîkatiyeke wiha raber dike, Tirkiye ye. Dîsa jî destûr jê re tê dayîn. Tê gotin ku ‘Haya me bi sûcên Erdogan ên li Tirkiye û Sûriyeyê heye’, bes dîsa jî li hemberî vê rewşê bêdeng in. Wê demê divê mirov pirs bike, mantiqê di polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê de ku îdîa dike mafên mirovan diparêze, çiye? Di dîtinê de ti mantiq tune ye.”

‘Li rojava sûcê şer tê kirin, NY bêdeng e’

Fattorînî ragihand ku kiryarên dewleta Tirk ên li Rojava sûcê şer e û wiha got: “Ne tenê li Rojava jî, eger em li kiryarên li Tirkiyeyê li hemberî gelê Kurd tên kirin binêrin, em ê qirkirinekî bibînin. Em ê qirkirina çandî jî bibînin. Di raporên mekanîzmayên cuda yên NY’ê de, her cure binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê hatin eşkerekirin û hatin şermezarkirin. Îcar çima li hemberî van sûcan, Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ti biryar neda. Di vê rewşê de li herêmê meselek têkildarî lîstokên siyasî yên jeostratejîk, heye. Rast e, Tirkiye li herêmê di gelek meseleyan de xwedî gotin e, lê divê ev yek nebe asteng ku Neteweyên Yekbûyî mîsyona xwe bi cih neyîne.”