2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgerên Nobeda Edaletê banga têkoşîna hevpar kirin

Welatiyên ku tev li Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê domandin bûn, destnîşan kirin ku heta ku encamekê bi dest dixin dê çalakiyê bidomînin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mêrsînê ji bo piştgiriya kampanyaya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin berdewam kir.

Amed

Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam dike. Li eywanê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Rêveberên jin ên DBP’ê û DEM Partiyê yên Farqînê û endamên meclisa şaredariyê ku ji peywîrê hatin girtin serdana nobeta ku çalakgeran pêşmalkên spî yên li ser “tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin bûn.

Dayika Aştiyê Layîhe Arşîment a di nobetê de axivî ev bang kir: “Em piştgiriyê bidin çalakiyê û tecrîdê rakin.”

Çalakiya nobetê bi stranên bi erbaneyê re hatin gotin berdewam kir.

Wan

Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya TUAY-DER a Wanê de li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam kir. Yek ji beşdarvana nobeta edaleta ya serdanên wê berdewam kirin Eynê Atabay, bal kişand ku tecrîda di kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate pêşxistin niha bandor li hemû girtîgehan kiriye û wiha got: “Zarokên me yên di girtîgehan de di 27’ê mijdarê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Îro çalakî ket roja 25’emîn. Ji bo ku çalakî bêdem û bidorveger nebe divê pergala tecrîdê were rakirin. Heta ku zarokên me vê çalakiyê bidomînin em jî dê li vir bin.”

Atabay, a bertek nîşanî bêdengiya rayedaran da wiha got: “Em ji vir bang li Wezareta Dadê û parazvanên mafên mirovan dikin; vê tecrîdê rakin. Heke tecrîda li ser Ocalan were rakirin dê tecrîd li ser hemû girtîgehan û civakê jî rabe. Em dixwazin ji aliyê aştî û edaletê gavek were avêtin.”

Çalakî bi klamên ku beşdarvanan got re berdewam kir.

Stenbol

Çalakiya nobetê ya ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve li avahiya Rêxistina Navçeya Bagcilarê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 13’ê kanûnê de hatibû destpêkirin di roja xwe ya 8’emîn de berdewam kir. Di çalakiya bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê rakin û ji zindanan re bibin deng” û “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin de çalakgeran pêşmalk li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiya Arnavûtkoyê û endamên SYKP’ê serdana nobetê kirin.

Malbatên girtiyan ên çalakî domandin diyar kirin ku heta ku encamekê bi dest bixin dê çalkiya wan berdewam bike û bang li herkesê kir ku têbikoşin. Piştî axaftinan çalakî bi stranên kurdî yên beşdarvanan gotin berdewam kir.

Mêrsin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) daye destpêkirin, di roja 18’emîn de berdewam kir. Jinên şêniyên Taxa Yenîşehîrê ku serdana nobetê kirin, qûrnefîlên spî dan dayik û welatiyên di çalakiyê de. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Yek ji jina beşdarvan Saniye Akbay di çalakiyê de axivî. Akbay, diyar kir ku divê çalakiyên greva birçîbûnê zêdetir bibin rojev û wiha got: “Li zindanan gelek nexweşên me hene. Em dixwazin ew werin berdan. Em dixwazin Serokatiya me azad bibe û tecrîda li ser gelê me rabe. Em dixwazin nasname û zimanê me azad bibe. Em bawer dikin ku dê aştî were ser vê axê. Girtiyên siyasî rûmeta me ne.”

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren a pişt re axivî, êrişa polîsan a duh li Edeneyê li dijî meşa xwestin bikin bi bîr xist û wiha got: “Çi dibe bila bibe, heta ku zarokên me azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em 18 roj in nobeta edaletê didomînin. Em bang li dayikan dikin; bila mil bidin me û li pişt têkoşîna zarokên xwe bisekinin.”

Edene

Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 18’emîn de berdewam dike. Ji bilî Dayikên Aştiyê nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatiyan piştgiriya çalakiyê kirin. Serdan îro jî berdewam kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê