4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cejna Yelda

Şeva Yeldayê jî wek cejna herî kevnar a kurdan e û xwedî cihekî girîng e. Şeva Yeldayê yan jî Şevçile 21’ê kanûnê ye. Şeva herî dirêj a salê ye û destpêka sala nû ye, sersala kurdan a neteweyî ya felekî/ astrolojik e. Bi vê şevê re salek bi dawî dibe û saleke nû dest pê dike.

Hin rojên girîng hene ku nayên jibîrkirin. Ew roj dibe ku rojek e bi êş a bîranînê be, dibe ku rojeke serkefin û serfiraziyê be. Her wiha dibe ku rojeke mîrolojîk, bawerî, çandî û civakî be. Dibe ku ev roj bi şînî were bibîranîn. Dibe ku bi şahiyan weke cejnekê were pîrozkirin. Lê ya girîng ew e ku ew roj qebûla tevahiya civakê be. Yanî di jiyan, nerîn û baweriya civakê de cihê xwe girtibe. Lewre bawerî û qebûla civakê nirx û pîroziyekê li wê rojê bar dike. Heke rojeke binirx be ew tê bi bîr anîn. Jixwe tabetmendiya rojê jî wiha derdikeve holê. Di çand û baweriya gelê kurd de jî hin rojên girîng û pîroz hene ku bi hezaran sal in tê pîrozkirin. Di vir de bi giştî em ê behsa sê rojên ku wekî cejn tê pîrozkirin û bi taybetî jî Cejna Yeldayê bikin.

Belê di çand û baweriya kurdan a resen de sê cejnên sereke hene, wekî Cejna Çarşema Sor yanî avabûna gerdûn û cîhanê, Cejna Newrozê ew jî roja vejînê roja azadiyê û roja nû ye û Cejna Yeldayê/Şevçile jî şeva herî dirêj a salê ye û destpêka sala nû ye. Bi hezaran sal in ku ev cejn tên pîrozkirin.  Heke bi kurtasî em yek bi yek wate, girîngî û taybetmendiyên van roj û cejnên civaka kurd raxin ber çavan û hinek berfireyî jî li ser Cejna Yeldayê rawestin û pê dakevin:

Çarşema Sor

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin a civaka kurdên êzidî ye. Ev cejn her sal di roja çarşema hefteya yekemîn a meha nîsanê de tê pîrozkirin. Li gorî baweriya êzidiyan, Xwedê di 365 rojan de cîhanê ava dike û çarşema yekemîn a meha nîsanê avabûna cîhanê bi dawî dibe. Di vê cejinê de civaka êzidî hêka dikelînin û rengereng dikin. Ew hêk jî temsîla nû avakirina gerdûnê dike. Civaka êzidî bi hezar salan e ku vê cejnê pîroz dikin. Wateya kelandina hêkê ev e ku dema hêj dikele awayî gerdûnê vedigire. Wek tê zanîn di nav hêkê de şeklê rojê jî heye, ew jî zerka hêkê ye. Serê sibeha cejnê her kes zû ji xew radibe û berê xwe dide rojê ji bo hemû diniyayê ibadet dike. Di roja cejnê de nabe ku kes biçe ser karê xwe. Her wiha di meha nîsanê de nabe ku kes bizewice, rêzgirtin ji meha pîroz a nîsanê re tê dayîn.

Cejna Newrozê

Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke biharê ye ku ji aliyê kurd, faris, peştûn, belûç û gelek gelên din ve her sal di roja 21’ê Adarê de tê pîrozkirin. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cih digire.

Li gorî mîtolojiya Kawayê Hesinkar, Kawa li dijî Qiralê Zalim Dehaq serî hil dide û dema ku Kawayê Hesinkar bi ser dikeve bi pêxistina peyama serkeftinê dide gel û derdorê. Ew şeva 21’ê Adarê ye û roja azadiya civakê ye. Yanî roja nû ye, yanî Newroz e, yanî roja vejînê ye û ev roj dibe cejn û di nav civakê de tê pîrozkirin.

Şeva Yelda

Bi taybetî Şeva Yeldayê jî wek cejna herî kevnar a kurdan e û xwedî cihekî girîng e. Şeva Yeldayê di berhem û çavkaniyan de wekî Şevçile, Şeva Mêhr an jî Mêhra, Şevçere, Şevçile, Çilekilû, Şeva Rojvegerê, Şeva Ronahiyê, Şeva Zayîna Tav û Ronahiyê, Şeva Mîtrayê jî tê zanîn.  Şeva Yeldayê yan jî Şevçile 21’ê kanûnê ye. Şeva herî dirêj a salê ye û destpêka sala nû ye, sersala kurdan a neteweyî ya felekî/ astrolojik e. Bi vê şevê re salek bi dawî dibe û saleke nû dest pê dike.

Wekî Cejna Newrozê, Cejna Yeldayê jî bo civaka kurdan xwedî wate û girîngiyekê ye. Xwedî felsefeyeke xwezayî û zanistî ya kûr e. Xwedî fikir, raman, felsefe, bawerî û bûyereke mezin a dîrokî ye. Yek ji pîrozweriyên felsefe, bîr û baweriya mîtrayî ye ku ev felsefe, bîr û baweriya kurdan a herî kevnar a xwezayî û gerdûnî ye.

Ev şev û sersal mirov digelek çand û baweriyên gelek neteweyan de jî dibîne. Bi şêwazên cûda tê pîrozkirin. Lê mirov dikare bêje çavkaniya pîrozî û baweriya neteweyên din jî ev çavkanî û baweriya kurdan e. Li gor daneyên lêkolîn û vekolînên dîrokî û zanistî mirov dikare bêje; ‘Noel’ango sersala mîladî ku îro li her aliyê cîhanê tê pîrozkirin jî bingeh û çavkaniya xwe ji Şeva Yeldayê digire.

Gelê kurd (bi taybetî niha kurdên li rojhilatê Kurdistanê) di Şeva Yelda de şîveke baş ligel cûreyên fêkî amade dikin û vê şevê heta sibê bi şadî û kêfxweşî derbas dikin. Bêguman remza Şeva Yelda hinar, zebeş, gûz, berû û xurekên din jî nayên ji bîrkirin. Wê şevê piştî xwarin û vexwarinê şev bi xwandina helbestan, staran, mûzîk û şahiyê didome. Her wiha yên kal û pîr çîrokan dibêjin.

Di Şeva Yelda de hinar

Nîşaneya vê şeva Yelda ya bingehîn “Hinar” e. Taybetiya hinarê ev e: Hinar mînak û semboleke teqîna yekem e. Dema hinar biteqe, her hebeke hinarê wek stêrkên li ezmanan bi aliyekê ve diçe, kêliya tîrêjê ronahiyê dide, her hebek bi rengek cuda, xwerû jî bi şîniya ezman dibiriqe. Lema jî kurdên Yarsanî ji teqîna yekem yanî ji “Urkinal /Big Bang“ re “Kun vekun /Kunar vekunar“ yanî teqîn û belavbûn gotine. Kurt û Kurmancî têkiliya peyva “hinar” û “Kunarê /teqîn“ bi hev re heye. Dibe ku ji ber vê têgîhîştinê jî hinar bûbe remza vê şeva pîroz.

Wateya Yelda û Çileyê

Peyva Yelda li gorî hin çavkaniyan peyveke suriyanî bi wateya zayîn û ji dayikbûn e. Ji ber ku suriyanî bawer dikin ku Şeva Yeldayê di haman demê de ji dayikbûna Îsa Mesîh e. Di çanda kurdên rojhilat û îraniyan da Yelda ango Şeva Çileyê şeva zayîna mêhr û dilovaniyê ye.  Di kurdî û bi giştî di koma zimanê Aryenî de lêkera “dan” her wiha peyvên weke “da, dadan, dadê, dayik, Xweda, Yêzdan“ hene. Ev di bingeha koma zimanên Aryenî de jî xuya dike. Bi taybetî jî peyva “Yêzdan/Yezdan“ û peyva “Yêlda/Yelda“ gelek nêzê hev in. Ji wê jî mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev peyveke Arî ye.

Şeva Çileyê jî bi Şeva Yeldayê tê nasîn. Ji 21’ê kanûnê heta şeva 1’ê sibatê çil roj dibe. Ji ew çil rojî re jî weke çilê gir an jî çilê mezin, çilê hişk tê gotin. Şeva Çile yanî şeva destpêka çil rojên sala nû, çil rojên zivistanê, çil rojên serma herî zêde. Yanî li gorî vê baweriyê mirov dikar bibêje sala nû bi sir û qeşayê, bi sar û sermayê dest pê dike.

Giherîna şev û rojê

Wekî din jî guherîna şev û rojê pêş dikeve. Li gorî vê salê carekê şeva herî dirêj û salê carekê jî roja herî dirêj pêk tê. Tîrêjên rojê di 21’ê tîrmehê de xwe tîk ber dide û ew dibe roja herî dirêj a salê.  Ji 21’ê tîrmehê û pê ve êdî roj bi roj kinbûna rojê pêş dikeve û şevên dirêj dest pê dikin. Di 21’ê kanûnê de jî dibe şeva herî dirêj a salê. Belê ji wê şeva herî dirêj re jî Şeva Yelda/Çevçile tê gotin.

Şeva Çêleyê li ba kurdên Xorasanê

Li aliyê din Şeva Çileyê li ba kurdên Xorasanê jî xwedî girîngiyeke taybet e. Di vê şevê de malbatên ku ji bo kurê xwe re keçek xwestibin diçin serdana bûka xwe û xelatên ji zêr û zîv, cil û ber û her wiha cûreyên xwarinên xweş didin mala bûkê. Navê vê rîtûel û xelat dayînê jî Şevçilegî ye. Di wê şevê de dibêjin; “Li vê şeva dirêj û reş mala we germ, dilê we geş”. Her wiha agirpêxistin û lîstika bi êgir yek ji taybetiyên vê şevê ye.