2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dawût: Şerê li dijî fikrên Rêber Ocalan, bêtir fikrên wî li cîhanê belav kir

Xelkê Hesekê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 2 rojan çalakiya gireva birçîbûnê pêk anî. Çalakî bi daxuyaniyê bi dawî bû. Hevserokê Nivîskeha Rêxistinî yê TEV-DEM'ê Ferhan Dawît got: "Şerê li dijî fikrên Rêber Ocalan, fikrên Rêber Ocalan bêtir li cîhanê belav kir.  

Xelkê Hesekê bi boneya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dest bixin ji bo 2 rojan dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Çalakgeran piştî çalakiyê bang li gelan kirin ku çalakiyan mezin bikin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Çalakiyên gireva birçîbûnê yên bi armanca piştgiriya berxwedana li zindanên Tirkiyeyê 2 roj berê li Hesekê dest pê kiribû, îro bi dawî bû. Ew çalakî di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan de bi dema 2 rojan hate lidarxistin. Di çalakiya roja duyemîn de bi sedan xelk, endamên saziyên sivîl û leşkerî, TEV-DEM′ê, endamên saziyên sivîl ên li navçeyên başûr û bakur ên bajêr beşdar bûn. Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM′ê Ferhan Dawûd daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku çalakî bi dawî bûye. Ferhan Dawût anî ziman ku ji dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye û heta îro dewleta tirk tevahî rêbazên hovane li dijî rêberê mirovahiyê û tevahî gelên xwe dispêrin felsefeya azadiyê pêk tîne. Dawût destnîşan kir ku ruxmî tevahî hewldanên dewleta tirk a dagirker û şerê li dijî fikrên Rêber Abdullah Ocalan, lê vîna Rêbertî di belavkirina îdeolojiya fikrên rizgariyê de lawaz nebû, ji wê zêdetir li tevahî cîhanê belav bûn.

Dawût anî ziman ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, qedexeya hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re li cem gelên li 4 parçeyên Kurdistanê metirsiyan çêdike û got: “Dê di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de têkoşîn bi rêya çalakî û pêngavan bê bilindkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê