21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di 17 roj in didome

Çalakiya ku bi diruşmeya “Wê Azadî Bi Ser Bikeve; Ji Bo Abdullah Ocalan Bikeve Tevgerê”, di 1’ê kanunê de dest pê kiribû 17 roj li pey xwe hişt. Duh çalakvanên enternasyonalîst û komek kesên xebatên dîplomatîk dimeşînin, serdana çalakiya bi dirûşmeya “Wê Azadî Bi Ser Bikeve; Ji Bo Abdullah Ocalan Bikeve Tevgerê”, hatiye destpêkirin kir. Şoreşgerên enternasyonalîst ên bi çalakiyên xwe yên li gelek navendên Ewropayê azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan dixwazin û komeke ji 30 kesên xebatên dîplomatîk dimeşînin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku çalakiya “Wê azadî bi ser bikeve; ji Abdullah Ocalan re azadî” dewr girtine. Li ser navê şoreşgerên enternasyonalîst Erîc Brommer û Asmîn Engîn daxuyanî dan. Asmîn Engîn diyar kir ku heta ku Ocalan azad bibe dê berxwedana xwe bidomînin û wiha got: “Em ê çalakiyên xwe bidomînin. ”

Erîc Brommer jî bal kişande ser armanca hatina xwe ya çalakiyê û wiha got: “Îro weke enternasyonalîst em hatin pêşiya sazî û rêxistinên Ewropayê. Em ji bo azadiya Ocalan li vir kom bûn. Ez weke enternasyonalîstekî Elman hatim vir û tevlî çalakiyê dibim.”

Li gorî plansaziya çalakiya “Wê Azadî Bi Ser Bikeve; Ji Bo Abdullah Ocalan Bikeve Tevgerê”, tê payîn ku Kurdistaniyên li derdora Dusseldorf û Kolnê ya Elmanyayê dijîn tevlî çalakiya îro bibin.