spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Barbaros bû Komara herî ciwan a cîhanê

Girava Barbarosê bi tevlêbûna qrala Ingilîstanê 2. Elîzabeth bi merasimeke taybet wekî komara Barbaros hate îlankirin. Mersim li paytext Bridgertown pêk hat, Sandra Mason sond xwar û bi fermî bû serokkomar. Merasim di salvegera 55 a serxwebûna welat de hate îlankirin. Şiklê rêveberiyê yê 396 sale berdewam dike hate guhertin. Welîehdê Ingilîstanê prens Charles û hunermenda navdar a barbarosî Rîhanna jî tevli vê merasimê bûn. Ala qraliyeta Ingilîstanê hate daxistin û ala komara Barbarosê hate hildan.

Serokkomara Barbarosê, Sandra Mason di merasimê de axivî û wiha got: “Gemiya komara Barbarosê dest bi rêwîtiya xwe ya yekemîn dike, bi hêvîme ku sînga xwe bide ber pêl û bahozan û bi rengekî serkeftî me bigihîne siberojê.”

Her wiha di merasimê de nîşana qehremana welat wekî xelat dan hunermenda xwe ya navdar Rîhanna.

Hêjayî gotinê ye ku nifûsa girava Barbarosê 287 hezar e û beriya belavbûna nexweşiya Covîd 19 her sal derdora milyonek kes wekî geştiyar dihatin serdana wê giravê.