18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 771’ê de didome

Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 771’emîn de berdewam kir. Malbat ev peyam parve kir: “Ji bo em jiyanek mirovî ava bikin, em derketin ser vê rêyê.”

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku 3 ferdên malbata wan ji aliyê xizm û alîgirên parlamenterê AKP’ê ve hatin kuştin Nobeda Edaletê didomîne. Nobeda malbatê ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê li dar dixe. Çalakiya malbatê di roja 771’emîn de berdewam kir.

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît wek her rojê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kirin.

Malbatê têkildarî çalakiya xwe îro li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: “Ji bo em jiyana mirovî ya bi hêvî, aştî û azadiyê ava bikin, em derketin ser vê rêyê. Her roja ku diçe em baştir fêm dikin ku em ne bi tenê ne. Seltenata wan zilmê diheje. Em ber bi 14’ê Gulanê ve dimeşin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê