6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêvî nemir e

Bajarên erdhejê piştî demeke kurt xwe dîsa bi pêşengiya HDP’ê tev li sazkirina jiyana nû kirin. Gelê yek ji wan bajarê ku hilweşiyaye bajarê Semsûrê dibêjin ku xwazla wan HDP’ê zûtir nasbikirina

Di erdheja ku di 6’ê sibatê de pêk hat bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Mirov dikare ji gelek aliyan ve bibêje bajar ji holê rabûn. Tevî vê yekê bi pêşengiya HDP’ê li gelek bajaran kesên ku avahiyên wan hilweşiyane û malbatên wan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane xwe bi jiyanê ve girtin. Û piştî demeke kurt xwe dîsa bi pêşengiya HDP’ê tev li sazkirina jiyana nû kirin. Lê mirov li bajarên erdhejê bi tu awayî nikare behsa jiyaneke asayî bike.

Yek ji wan bajarê ku hilweşiyaye bajarê Semsûrê ye. Dema ji bo rewşa hilbijartinê berê xwe didim navenda Semsûrê ji gelek aliyan de matmayî dimînim. Bajerê ku diyare cihekî şên e bi erdhejê re ketiye rewşa miriyan. Ji dema ku hatim me de li Semsûrê bi wêneyên gelek balkêş re û bi rû dimînim.

Mayîna li Konbajar

Hevalên kordînasyonê ji bo her qadên xebatê çadirên cuda amade kirine. Ez ji bo mayînê binê konê ku li Semsûrê ji bo çepemeniyê amade kirine lê hemû hevalên çapemeniyê her yeko ji wan çûye cihekî cuda. Ji ber vê yekê li konê çapemeniyê tenê dimînim. Komçadir li cihekî bilind ku bajar ji jor ve dibînin hatine avakirin.

Ji jor ve li bajar dinêrim lê tu nîşaneya jiyaneke asayî nabînim. Bi şikestina hin hêviyan dikevim nav nivînan lê dengê kena zaroka ku ji çadira kêleka min tê bang li hêviyên min ên şikestî dike û dibê ‘Xêr e te xwe wisa bê hêvî kir, qaşo ez pêşeroja te me. Va ez li vir im tu çi dikî?’. Bi vê bangê dikevim xew û şeveqê bi hêvî ji xew şiyar dibim.  

Kordînasyona alîkariyê ya HDP’ê

Dema ji çadira ku dimam dertêm diçim gel kordînasyona alîkariyê ya HDP’ê  seat derdora şeş û nîv heftan jineke 35-40 salî tê ji kordînasyonê tupê dixwaze da ku bikaribe çay amade bike. Li ser piyan em sohbet dikin.

Erdhejzedeya jin bersiva pirsa min a ku tu dengê xwe didî kîjan partî bi vî rengî dide: “Ez AKP’î me. Min heta niha dengê xwe dida wan lê bi vê erdhejê re fikrên  min guherîn. Min li vê komçadirê jinên femînîst nas kirin bandora wan li ser min gelek zêde ye. Ji ber vê ez ne bawer im ku dengê xwe bidim AKP’ê’.

Bandora jinan di guhertinê de

Di her gotinên xwe de em behsa bandora jinan a di guhertina jiyanê de dikin lê dema jineke ku heta niha bi awayekî tev li siyaseta AKP’ê ya jinan tune dihesibîne bûye guhdar dikim baweriya min a bi jinan zindîtir dibe. Li ser gotinên wê ez berê xwe didim çadira ku jinên femînîst lê dimînin. Bi rûyeke rûken têm pêşwazîkirin.

Çadirên Muftiyê Trabzonê

Di nav sohbetê de berê min dikeve çadirên ku nezî sed metre li jêr hatine amadekirin. Dema ku fêr dibim ew komçadir a muftiyê Trabzonê ye vê carê nêztir diçim û têlên ku li derdora çadiran girtine dibînim.

Sazkirina komçadiran feraseta hişmendiya wan dide der. Ev sazkirina komçadirên wan weke hişmediya wan bi sînorên diyarkirî hatiye avakirin. Nahêle ku tu kes an jî tiştek ji wan cuda bikeve nav sînoran.

Dest vala vedigerin

Çend jinên ku ji bo daxwaza alîkariyê diçin wir dest vala vedigerin û di vegerê de dibên: “Dema em ji HDP’ê dixwazin alîkarî didin me. Ka li vana binêre. Xwazla me HDP zûtir nas bikira.” Piştî vê axaftina wan dibihîzim dibêm, ‘divê xebatkarên HDP’ê jî rexnedayînekê bidin û bikaribin xwe bigihînin her deverên welat’.

Liv û tevgera jinan

Yek ji xala li nav çadirê bala min dikşîne tevgerên jinan e. Di nav çadirên de yên ku tên û diçin tenê jin û zarok in. Dikevim gumana ku li vir mêr tune ne. Lê rastî ne wisa ye.

Di kon de her çiqas hejmara jinan zêdetir be jî mêr jî hene. Lê weke her car kar û barê jiyana rojane di stûyê jinan de dimîne. Gulên ku li ber derê xwe çandine nîşaneya hêviyên wan a jiyanê ne. Lê dema tu li gulên wan yên di nav tenekeyan de hatine çandin dinêrî dizanî ku ev hêvî ya nav van konan nîn e. Dema li serê vî qotê li bajarê xwe yê hilweşiyayî dinêrin belkî nizanibin çawa yan kîngê lê dixwazin di demeke herî kurt de li malên xwe yên ku pêşiya erdhejê lêdijiyan vegerin.

Weke tê zanîn an jî hatiye dîtin ji bo konekî bê çêkirin pêdivî bi çend darên ku hatine birîn heye. Yek ji wan darên di binê konê ez niha lê rûdinêm de ku carekî hişk bûye dîsa ji nû de pel vekiriye. Dema tu li wan pelan û komçadira li biniya wê dinêrî dubare dibê li ku yan kîjan rewşê de dibe bila bibe hevî nemir e.