11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê

Jin li Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, di civîna taştê de hatin gel hev. Namzeta Partiya Çepên Kesk Adalet Kayayê bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û qirkirina li dijî jinan û gelê kurd.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de di civîna taştê de hatin ba hev. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Hevseroka DBP’a Amedê Hasîbe Yazdik û aktîvîstên TJA’yê li navçeya Yenîşehîrê li buroya hilbijartinê ya jinan di taştê de bi gelek jinan re civiyan.

Jinên ku ji welatên biyanî ji bo xebatên hilbijartinê weke çavder hatine Amedê jî tev li civînê bûn. Kesên tev li civînê bûn taştê bi awayekî komûnal amade kirin.

‘Divê zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê’

Namzet Adalet Kaya di civînê de axivî û dirûşma “Dîsa em û dîsa em” ji bo çi hatiye gotin bi bîr xist û wiha got: “Wekî hûn jî dizanin ew dixwazin me tune bikin. Ew dijminên ciwan û zarokan e. Divê em wan bişînin. Divê xwastekên we biçin Meclisê. Zimanê me wê bibe zimanê perwerdeyê, niha jî ji ber ku min bi tirkî perwerde dîtiye, zimanê min ê kurdî li paş xistiye. Ji ber vê ez nikarim axaftina xwe di vê çarçovê de bi kurdî bikim. Me hemûyan di salên 90’an de ji gund û navçeyên xwe koç kir û li bajaran bi cih bûn. Niha jî dixwazin me ji van deran jî bişînin. Lê em destûr nadin. Me wekî  jin û gelê kurd tu carî serî netewandiye. Me her tim têkoşîna xwe dewam kir. Ji bo hevalên me yên girtî bên berdan, ji bo gûherîn çêbibe divê em xurt biçin Meclisê. Wê ji ser axa me biçin, em ê li ser axa xwe hilberînê bikin û bi hev re parve bikin. Em wekî jin, civak rêxistinkirî ne. Her wiha ruhê hevgirtinê di çanda me de heye. Niha jî dibêjin em ê mûçe bidin jinan lê em dizanin nakin. Pereyê me ye û didizin didin hinek kesên din. Em nanekî bi 10 lîreyî dikirin, 5 lîre jê diçe bacê. Diçe qasa dewletê.”