28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Soylû pergaleke ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’ damezirand

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Mûharrem Erkek tder barê ewlehiya hilbijartinê de wiha got: “Wezareta Karên Hundir, pergaleke şopandina hilbijartinê ya paralelî YSK’ê ava kiriye.”

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Mûharrem Erkek ku ji Karên Hiqûq û Hilbijartinê Berpirsyar e têkildarî rojeva hilbijartina 14’ê Gulanê li Navenda Giştî ya CHP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Erkek ev tişt gotin: “Em bi tabloyeke wisa re rû bi rû ne ku cara pêşîn rastî tiştekî dibin. Me tespît kir ku Wezareta Karên Hundir pergaleke şopandina hilbijartinê ya paraleli YSK’ê ava kiriye. Wezareta Karên Hundir bi nameyeke ji hemû walîtiyan re şandiye daxwaza avakirina modula şopandina hilbijartinê dike. Dê li navçeyên ku nifûsa wan heta 20 hezaran herî kêm 3 kesan, yên di navbera 20 û 100 hezaran de herî kêm 5 kesan, ji 100 hezaran zêdetir jî herî kêm 10 personelan peywîrdar bike. Wezîrê Karên Hundir tevgerên xwe yên weke wezîrê karên sûc didomîne. Li beramberî YSK’ê Wezareta Karên Hundir, li beramberî lijneyên hilbijartinê yên navçeyan jî qeymeqamtî peywîrdar kirine û pergaleke paralel ava kiriye. Em peywîrdaran hişyar dikin li gorî vê fermana bêqanûn tevnegerin, nebin şirîkê vî sûcî. Soylû ji bo 14’ê Gulanê gotibû darbeya siyasî ya Rojavayê Cîhanê, bi rastî jî êdî van hişê xwe xwariye. Bi ser gel re tu hêz nîn in. Wezareta Karên Hundir çima pergaleke şopandina hilbijartinê ava kiriye? Pirsgirêka bekayê ya esas ev e.”