7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ODTU: Em ê li dijî van operasyonan têkoşîna xwe bidomînin

ODTU’yê bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê yên navenda wan Amed, Enqere û Stenbolê dan û peyama “têkoşînê” dan.

Rêxistinên ciwanan û xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) têkildarî operasyonên binçavkirinê yên navenda wan Amed, Enqere û Stenbolê ku beriya hilbijartinê hatin kirin li kampusa zanîngehê daxuyanî da. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Mûrat Çepnî, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Metîn Kilinç jî tev li daxuyaniyê bûn.

Xwendekara ODTU’yê Dîlara Canli ya di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku rojnamevanên kurd, siyasetmedar, parêzer, sendîkavan û hunermend di nav de ji sedan zêdetir kes rojên derbas bûyî hatin binçavkirin. Canli, pişt re bal kişand ser operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Xwendekarên Sosyalîst (SGDF), Tevgera Karkerên Yekbûyî û Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) hate kirin û ev tişt hate gotin: “Desthilat kesên ku nikare serî bi wan bide tewandin, bi destê darazê hewl dide bêbandor bike. Lê hewldanên wan ji xwe ne. Ev operasyonên qirkirina siyasî nîşaneya çûyîna desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Êrişên wan ên li dijî çapemeniya azad û hiqûqnasan jî ji tirsa wan a darizandinê ye.”

 ‘Em ê wan tenê nehêlin’

Canli, anî ziman ku operasyon bi salan e nagihe armanca xwe û ev tişt gotin: “Ev têkoşîna ku hewl didin bitepisînin têkoşîna gelê kurd, jinan, LGBTÎ+’yan, kedkaran û hemû beşên bindest e. Kesên bindest di ferqê de ne ku têkoşîn tenê bi xwedî derketina sindoqan nabe, li kolanan, kargehan û kampusan bi berxwedanê tê dayîn û dê bi vê zanebûnê têkoşîna xwe bidomînin.”

Canli, da zanîn ku yek kesa hatiye binçavkirin endama SGDF’ê Merve Kavali xwendekara ODTU’yê ye û got: “Di 12’ê adarê de jî dîsa xwendekara ODTU’yê Senem Pektaş a SGDF’yî bi serdegirtinê hatibû binçavkirin û demekî dirêj e girtî ye. Em jî weke hevalên wan ên zanîngehê em ê wan tenê nehêlin li hundir û li derve bi hev re têkoşîna xwe bidomînin.”