18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya malbata Şenyaşar didome

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bûbû, nobeta xwe ya edaletê berdewam dikin. Nobeta ku di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kir, îro di roja xwe ya 533’yemîn de ye.

Dora wan dorpêç kirin

Malbata Şenyaşar ji 8’ê tebaxê ve bi biryara dozgeriyê ji aliyê polîsan ve rûniştina wan ya li ber siya edliyeyê tê astengkirin. Dayik û kurê wê beriya nobet dest pê bike ketin edliyeyê û xwestin bi dozgerê dozê re hevdîtinê bikin. Lê tevî ku dozger li ser kar bû jî nexwest bi malbatê re hevdîtinê bike. Li ser vê yekê malbatê nobeta xwe li ber deriye edliyeyê di bin siyê de da destpêkirin.Tevî ku polîsan bi hinceta biryara dozgeriyê xwest malbatê asteng bike jî Emîne Şenyaşar nobeta xwe berdewam kir. Li ser vê yekê polîsan dest danîn ser doşeka ku Emîne Şenyaşar lê rûniştibû û dayik û kurê wê ji aliyê bi dehan polîsan ve hatin dorpêçkirin.

‘Çima edalet pêk nayê?’

Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşanî dorpêçê da û got: “Em du kes man e, werin me jî bikujin. Kesê ku dengê me bibihîze tune ye gelo? Ev çi dewlet e, ev çi edalet e? Êdî nikarim vê êşê rakim. We malbata min qetil kir, bila her kes li dijî vê zilmê rabe, êdî bes e! Ev çi bêwijdanî ye, çima edalet pêk nayê. Hûn çima wekîlê xwe diparêzin.”

Polîsan ji parêzerên ku hatine ber avahiya edliyeyê re gotin, “Malbatê îqna bikin û ji vir rakin, an em ê wan binçav bikin” û gef li malbatê xwarin. Parêzerên malbatê hewldanên xwe yên ji bo hevdîtinê bi Alîkarê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re didomînin. Çalakiya Emîne Şenyaşar a di bin dorpêça polîsan de ye, li ber edliyeyê deng vedide.