5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alîgirên Sedirê li ber Meclîsa Dadwerî ya Iraqê kon vedan

Krîza siyasî ya li Iraqê berdewam dike û alîgirên Tevgera Sedir li Bexdayê carek din daketin kolanan û li ber derê Desteya Dadwerî ya Iarqê kon vedan. Alîgirên Sedirê ku bi meşê çûn ber derê Desteya Dadwerî ya Iarqê, dibêjin ku Desteya Dadwerî ya Iraqê siyasî bûye ne serbixwe ye, ew ê ji ber derê Desteya Dadwerî ya Iarqê  neçin û ew ê dijî gendelkaran bin.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir, ji bo hilweşandia Parlamentoya Iraqê hefteyek dem dabû Desteya Dadwerî ya Iraqê. Sedir, ragihandibû ku ger Desteya Dadwerî bersiva wan nede wê axaftinek din ji bo wan hebe. Di 14’ê tebaxê Desteya Dadwerî ya Iraqê bersiva Sedir dabû û bi daxuyaniyekê gotibû: “Desthilata me ya hilweşandina parlamentoya Iraqê nînin. Em bang dikin ku dadgehê nexin bin pêşbaziya siyasî.”

Daxwazên Sedirê

Alîgirên Tevgera Sedir ev daxwaz ji Meclîsa Dadwerî ya Iraqê dikin:

“Hilweşandina Parlamentoya Iraqê

Diyarkirina dema hilbijartina pêşwext

Serxwebûn û destşûştina desthilata dadwerî ya ji siyasetê

Têkoşîna li dijî gendeliyê

Cudakirina Serdozgeriyê ji Meclîsa Dadwerî.”

Meclîsa Dadwerî karê xwe rawestand

Meclîsa Dadwerî ya Iraqê, ji ber xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedir ên li ber avahiya Dadweriyê karê xwe rawestand û ji xwepêşandanan Hikûmeta Iraqê sûcdar kir.

Dadgehê biryara binçavkirinê da

Ji ber çalakiyên ku li ber derê wê tên lidarxistin Meclîsa Dadwerî ya Iraqê, bi sûcdariya “gefa bi rêya torên civakî ya li dijî dadgehan” bînçavkirina du endamên Tevgera Sedirê da. Endamê Sedirê yên biryara binçavkirina wan hatiye dayîn Sebah Saadî û Xayb Umeyrî ne.