4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya li dijî operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel a li dijî Rojava derket

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi daxuyaniyekê li dijî operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plana wê dike, derket. Ji meha gulanê ve Tirkiye hewl dide êrîşeke nû ya dagirkirinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide destpêkirin.

Ji bo vê êrîşê Tirkiye gelek hewldanên dîplomatîk meşand lê bi ser neket. Rexmê vê rewşê jî Tirkiye ji ya xwe nayê xwarê û di êrîşa xwe ya dagirkirinê de israr dike. Herî dawî ji bo vê armancê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan berê xwe dabû Rûsyayê û bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kiribû.

Êrîşên xwe dijwar kir

Di vê hevdîtinê de Pûtîn pêşniyarî Erdogan kiribû ku bi Rejîmê re li bev bê. Li ser vê hevdîtinê Tirkiyeyê dijberiya xwe ya li dijî Rejîmê sist kir û peyamê berovajiyê dijberiya xwe da. Herî dawî Erdogan got ku ketine û neketine Esed ji wan re ne derd e.

Bi vê hewldana xwe Erdogan dixwaze bi Rejîmê re pêşî li daxwazên kurdan bigire. Di vê çarçovayê de ji hevdîtina Erdogan û Pûtîn ve Tirkiyeyê êrişên dijwar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn û gelek kesên sivîl kuşt.

Lavrov li dijî hewldanên Tirkiyeyê derket

Di vê pêvajoya ku ev êrîşên Tirkiyeyê bûne sedema bertekên mezin de ji Rûsyayê daxuyaniyeke li dijî Tirkiyeyê hat dayîn. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku li Moskovê bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyê Faysal Mikdad re hevdîtin pêk anîn got ku ew li dijî êrişên nû yên Tirkiyeyê ne.

Lavrov, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew qebûl nakin ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê bikeve nav tevgereke leşkerî û wiha got: “Li Sûriyeyê bilindkirina pêngavên leşkerî nayên qebûlkirin. Rûsya û Sûriye ji bo pêşîgirtina tevgereke nû ya leşkerî dixwazin bi Tirkiyeyê re muzakereyan bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê