4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Nobeda Edaletê didome

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 8’an de didome. Dayîkên di çalakiyê de gotin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ranebe dê Nobeta wan bidome.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve bi dirûşma “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtiyan” ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 5’ê kanûnê de dest pê kiriye, di roja 8’an de didome. Li salona çalakiyê pankarta “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin.” daleqandibûn. Rêveber û nûnerên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED), Dayîkên Aştiyê û rêxistinên civakî li avahiya HEDEP’ê ya navçeya Rezan a Amedê serdana çalakgeran kirin. Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a navçeya Farqînê serdana çalakiya dayîkan kirin. Tevî asteniyên polîsan çalakiya malbatan li pêş HEDEP’ê didome. Di çalakiyê de niqaşên li ser pêvajoye, li ser rewşa girtiyan û armanca çalakiyê pêş dikevin.

Çalakger, di serdanên girseyî yên çalakiya “Nobeta Edaletê” de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Li dijî tecrîdê em dadê pêş bixin” berz dikin û bi tilîliyan li çepikan dixin. Serdanên nûner û rêxistinên civakî û siyasî ya çalakgeran didome.