18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberê DEM Partiyê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da

Wesayîta Rêveberê HEDEP’ê yê Sêgirkê Ahmet Gun hate gulebarankirin. Di encama êrişê de Gun jiyana xwe ji dest da.

Wesayîta rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun li gundê Talokan ê bajarokê Sêgirkê yê Qileban a Şirnexê hate gulebarankirin. Hat zanîn ku dema Gun tevî zarokên xwe êzing kom dikirin rastî êrîşê hat.

Hat zanîn ku di encama êrîşê de Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû.

Cenazeyê Gun ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Nehat zanîn bê ka êriş ji hêla kê ve hatiye kirin.