7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Xoşnav Ata li dijî çekên kîmyewî di meha 5’emîn de ye

Nobeda Xoşnav Ata ya ji bo biraziyên xwe yên bi navê Gulperîn Ata (Binevş Agal)  û Mîhrîban Ata (Jînda Gabar) ku bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk hatibûn kuştin li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ket meha xwe ya 5’emîn

Çalakiya nobedê  ya Xoşnav Ata ya li ber (OPCW), ji bo biraziyên xwe yên di êrîşa kîmyewî ya dewleta tirk de windakiribû,  kete roja 121’emîn. Ata ji 5’ê tebaxê vir de li bajarê Den Haag a girêdaye  Hollanda’yê li ber derê OPCW bê navber çalakiya xwe ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî berdewan dike.

Ata, her roj di saet 10:00’dê tê ber derê OPCW’ê  û bi  pankarteke ku ser dinivîse ”dewleta tirk herdu biraziyê min bi çekên kîmyewî kuştin, OPCW çima hûn lê nakolin?” dest bi çalakiya xwe dike. Ata heta saet 13:00 çalakiya xwe didomîne û bi mêvanên ku serdana wî dike re navaroka çalakiya xwe parve dike.

OPCW’ê hêjî bersivek nedaye

Ata, tîne ziman ku heta niha tu bersiv ji OPCW’ê wernegirtiye lê ji bo bal bikşîne ser çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê gelek name şandiye saziyên navneteweyî û gotiye: “ Me heta niha ji Parlementoya  Ewropayê (PE), Konseya Ewropayê (KE) û  Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şandiye lê heta niha me tu bersiv ji wan negirtî ye, lê em ê nivîsa xwe ya nameyan bidomînin.”

Ata di berdewama axaftina xwe de wiha dibêje; “Heta niha tu endam û berpirsyarên OPCW’ê nehatine û negotine tu li vir çi dikî? Lê ez ji wan hevdîtineke bi xwe re naxwazim, tenê dixwazim ku armanca hebûna xwe û peywira xwe pêk bînin”

Ata anî ziman ku OPCW durû tevdigere, ango li ber deriyê saziyeke ku armanca wî lêkolina çekên kîmyewî ye çalakiyeke bi vî rengî mijarake pêkenoke ye lê li me hatiye ferzkirin, her wiha ev tişt ji bo gelê kurd trajîkomîk  e û wiha axaftina xwe berdewam kir : “Daxwaza min ew e ku heyeteke OPCW li qadên parastina medyayê lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî bike. Kengê ev xwesteka min pêk hat şûnde ez ê çalakiya xwe bi dawî bikim ango bi nedîtinê, bi bêbersiv hiştinê nikarin min ji vê çalekiyê vegerînin.”

Ata, bi bîr anî ku li qadên parastina medyayê 17 gerilayên ku jiyana xwe ji dest dan navê wan aşkera bûn û bal kişand ser êrîşên kimyewî û got: “Her çiqas dîtin û dîmen hebin jî ‘dibêjin ji bo ku serlêdana endameke dewleta OPCW nîne  ew nikarin bişopînin’. Ev tê wê wateyê ku ew dibêjin:  “kurdên bê dewlet bila bên qetilkirin”

Ata Bang li malbatan kir

Ata wiha pê ve çû û got ku bi sedan malbatên bi êş hene divê ew jî serlêdanan bikin û bişopînin. Her wiha got ku piştî 18’ê Cotmehê divê wekî peywîrekê li her derê çalakî bên kirin.

Ata bal kişand ser Şerê Kendavê ku di salên 90’î de nefta ku Saddam rijandibû Kendavê û tê de çûkek asê bibû û çawa bi heftayan DYA’ê hewildanên xelaskirinê pêk anîbûn û got; “li cîhanê qasê wê çûkê  qîmetê nadin kurdan, tiştê ku dikeve ser me ew e ku li dijî vê em yekitiya xwe xurt bikin û vê meseleyê têxin rojava cihanê an na wê tu kes tu tiştekî nede me.”

Ata di dawiya axaftina xwe de got ku ew li benda piştgiriyê ye û çiqasî tevlêbûn çêbibe dê ewqasî çalakî bi hêztir derbas bibe.