6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ay li min bavo ez kuştim

Fatma Taşli Tunç

Ez hê neh salî bûm, di çûm dibistanê, safa çaran. Em li Amedê, navçeya rezan, li taxa şêxşamîl li quncika zindana Amedê di xaniyekî banê wî ax û ji despêka payîzê û hetanî dawiya buharê, dilop û şilop bi ser me de dihatin xwerê.

Bavê min sibê hetanî êvarê li qahwê bi hokê di leyîst. Dayika min ji bo zikê me têr bike û salê pêlaveke nû têxe nigê me, dilê xwe xistibû devê xwe û karê alemê dikir.

Bi şev diçû fabrîqa pembo û bi roj jî diçû paqijiya malan. Em ne yek bûn û ne dudu bûn.

Em heft xwişk û bira bûn. Du xwişk û çar birayê min hebûn. Xwişka min a mezin li Wanê zanîngeh dixwed, birayê min ê mezin jî li Stembolê zanîngeh dixwed.

Dayika min ji bo pera bigîhne wan bi şev û bi roj dixebitî, me gelek caran dayika xwe nedidît. Dema ji kar dihat êvarê em di xew re diçûn û dema sibê zû jî diçû em hê di xew de bûn. Bi vî awayî roj û hefte û meh dibuhurîn.

Tenûra taxê di ber deriyê me de bû. Ji serê sibê û hetanî êvarê tenûr sar nedibû. Zivistanê dû û dûkêla wê tenûrê û havînê jî arî û toz û tebara wê di mala me de bû. Dayika min her çiqas gazinc ji cîranan dikir û digot jî vala bû. Rojekê ez ji dibistanê hatim, ji birçîna çongên min difisîn. Ez bi delka dibeşim, çentê min li milê min, min nêzîkî li malê kir, bîhna nanê tenûrê dilê min sot.

Ez li ser kevirê ber derî rûniştim. Xaltîka Fato nanê xwe bi tenûrê ve daniye û li ser piyê tenûrê legana xwe dişo. Ez rûniştim mîna ku pisîka xwe bide li benda goşt min li xaltîka Fato nêrî da ku parîkek nan bide min.

Min çentê xwe vekir, pirtûka xwe qeliband vî alî wî alî, ez kuxiyam lê xaltîka Fato li aliyê min nenêrî. Xaltîka Fato nanê xwe derxist, legana xwe bi serî kir nan û rûhevîrka xwe di ser werkir û berê xwe da malê. Dema ew ji ber tenûrê çû min êrîşî tenûrê kir û li hundirê wê nêrî. Tobe ku xaltîka Fato kurtêlek jî pêve hiştiye! Hem ji birçîna û hem jî ji qehra ronî di çavên min de neman.

Min jî rahişt kevirekî li ber tenûrê,textikê eniya xaltîka Fato nîşan girt û min dawşandê! Wekî hêkekê li nîvê eniya wê da. Li dora xwe zîz bû û di cihê xwe de rûnişt û got:

-Hahooo  bavooo ez kuştim. Wê nizanibû ka kevir ji kîjan alî de hatiye. Min xwe xist hundir û min derî li xwe girt. Hetanî êvarê dayika min nehat, min ji kesî re derî venekir. Êvarê dayika min ji kar hat û xwişk û birayên min ji dibistanê hatin, me şîva xwe xwar, min serê xwe danî. Min wê şevê hetanî sibê nanê tenûrê di xewna xwe de dît.

Di ser re bîst û pênc sal derbas bûn. Xaltîka Fato êdî pîr bûye, bi gopal dimeşe. Min zanîngeh xelas kir, çend sal in ez mamoste me. Lê hîn bêhna nanê xaltîka Fato di pozê min de ye. Hê jî min negotiye xaltîka Fato min ew kevir danî te….