20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî dest pê dike

Starta bernameyên Cejna Zimanê Kurdî di 9’ê Gulanê de li Birça Keçikê ya navçeya Sûrê dest pê dike.

Starta pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê di 9’ê Gulanê de li Birca Keçikê bê dayîn. Starta bernameyê ku bi pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjevanên Kurd, Enstîtûya Kurd a Amedê, Kovara DESTAR’ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve tê kirin dê sibe saet di 17.00’ê de li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê bi deklarasyonekê bê dayîn.

 Bernameyên ziman

Di çarçoveya bernameyê de dê di 12’ê gulanê saet di 09.00’an de li navçeya Pasûrê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar “Atolyeya jin û zarokan a ziman” bê lidarxistin. Di 13’ê gulanê saet di 12.00’ê de dê li Qada Şêx Seîd a Sûrê belavok bên belavkirin. Saet di 15.00’ê de jî dê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê panela ziman bê lidarxistin û karnameyên xwendekarên mezûn bên dayîn.

Di 14’ê gulanê de dê li Taxa Şehîtlîkê li qada bazarê belavok bên belavkirin, saet di 16.30’ê de li pêşiya Mizgefta Mezin konsereke çîrok û dengbêjiyê bê lidarxistin. Saet di 21.00’ê de jî dê li ser medyaya dijîtal têkildarî zimanê kurdî xebata hashtagê bê kirin û li navçeya Farqînê jî di tevahiya rojê de Mîhrîcana Serê Salê bê lidarxistin.

Di 15’ê gulanê saet di 12.00’an de dê bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Parka Roboskê meş bê lidarxistin.

Di 18’ê gulanê de dê li Liceyê, di 19’ê gulanê de li Pîranê, di 25’ê gulanê de jî li Hezroyê ji bo jin û zarokan atolyeyên ziman bên lidarxistin. Bername dê saet di 09.00’ê de dest pê bikin.