20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Akademiya Zanistên Civakî ji bo azadiya Ocalan bang kir

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîda bi navê 'cezayê dîsîplînê' rûyê rast ê faşîzmê nîşan dide û got divê kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî wek serhildanekê bê domandin.

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê qedexekirina serdanên malbat û parêzeran heta 3 mehan bi hinceta “cezayê dîsîplînê” ya li hember rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku cezayê nû yê “dîsîplînê” yê ji 28’ê Adarê ve hatiye birîn, rûyê herî faşîst ê desthilata AKP-MHP’ê ê li dijî gelê Kurd û dostên wan nîşan daye û hat destnîşankirin ku dem hatiye kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurdre çareserî’ ku bersivek li dijî tecrîd û êrişan e, veguhere serhildaneke nû wekî serhildana li bajarê Wanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin NY, Konseya Ewropayê û CPT bi navê prosedurên hiqûqî polîtîkayên ku îşkenceya Îmraliyê meşrû dikin, pêk tînin û hate gotin: “Bersiva Wezareta Dadê ya dewleta Tirk a ji bo daxwaza rakirina tecrîdê ya partiya DEM’ê, îsbat kir ku li ser Îmraliyê polîtîkayeke qirkirinê heye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Aşkera ye ku daxuyaniyên ‘hiqûqî’ yên CPT û Wezareta Dadê ya tirk bi armanca rewakirina qirkirinê ne.”

Hat destnîşankirin ku ji ber kaosa li cîhanê û herêmê, hiqûq nemaye, saziyên Ewropayê û yên navneteweyî hatine bêbandorkirin û derfet nîn e ku qala hiqûq, mafên mirovan, demokrasî û norman bê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin di serdemeke wiha de divê gelê Kurd û dostên wan bi polîtîka û rêbazeke nû nêz bibin û wiha hate gotin: “Nirxên dîplomatîk û hiqûqî dikarin bibin amûrên têkoşînê. Lê kêmasiya fikirandina ku azadiya fîzîkî ya rêberê PKK’ê dê li ser bingeha vê bê misogerkirin, li holê ye. Diyar e ku di vê pêvajoyê de divê birêxistinbûn were berfirehkirin, tifaqa gelan bê çêkirin û hem herêmî hem jî gerdûnî berxwedan were geşkirin. Berxwedana plankirî, sîstematîk û domdar a gelê Kurd bi awayekî mezin îspat kiriye ku faşîzm paşve diçe.

Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ramanên Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelan e, yekane rêya çareseriyê ya kaosê ne û polîtîkaya tecrîda mutleq jî li hember vê yekê ye. Ji bo fikrên rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  ji Rojhilata Navîn û gelên cîhanê re ragihînin, bi polîtîkayên afirîner li her qadê divê fikrên Rêber Apo belav bikin û platformên siyasî û civakî di asta herî jor de biafirînin, divê konferans, komxebat û seminer bên lidarxistin. Li ser vê bingehê divê bersivên herî berfireh ên li dijî polîtîkayên tecrîda mutleq û qirkirinê bên dayîn.”