20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima şaredariyên DEM Partiyê rastî ewqas êrîşan tên

Piştî hilbijartinên 31’ê adarê çima ewqas êrîşên bêbextiyê li dijî şaredarên DEM Partiyê zêde bûn û hin kes xwe wekî parêzvanên mafê karker û kedkarên şaredariyan nîşan didin?

Hin rêveber û derdorên partiya AKP’ê xwe parçe dikin û dibêjin; ‘way efendim’ çawa şaredariyên DEM Partiyê personel û xebatkarên şaredariyan ji kar derdixe’. An jî cihê karê wan diguhere.

Li aliyekî din ji ber şaredariya Rezan a Amedê cihê hin personelan guhert, rojnameyeke herêmî hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelik kir hedef û qaşo behsa zilma li wan personelan hatiye kirin, kir. Xwezî tenê wiha bûya wê rojnameyê gotinên bêbextî û derew li ser zimanê Çelîk belav kir. Hevşaredar ji wan re teksîb şand lê ew tekzîb jî wekî ku dîsa nêrîn ji şaredar girtibin weşandin û navê tekzîbê lê nekirin.

Werhasilî gelek çîrokên wiha niha di rojevê de ne. Lê ez dixwazim bersiva wan herdu nûçeyên min behs kir bidim.

Ez dixwazim ji wî rêveberê AKP û wê rojnameyê re bêjim ku xwe wekî parêzvanê maf û edaletê nîşan didin re bêjim. Ew wijdanê we li ku bû dema ku qayûm avêtin ser bi dehan şaredariyê HDP’ê . Ew wijdanê we li ku bû dema ku qeyûman bi hezaran kedkar û xebatkarên wan şaredariyan ji kar avêtin. Ew xebatkarên ku bi rastî jî kedek mezin didan û bi xwêdana xwe keda xwe helal dikirin. Ne wekî van xizm û derdorên qeyûman ku li mala xwe rûniştine û maaşan distînin.

Ew kesên ku wan wekî kedkar û xebatkar binav dikin bi erebeyên luks tên şaredariyê çayê û qehweya xwe vedixwin û dawiya mehê maaşê xwe digirin.

Lê ez baş dizanim çima ewqas qajeqaj ji we tê.  Di dema rêveberiya qeyûman de bêyî ku hun bixebitin we maaşê xwe digirt, lê niha kesên ku bi keda xwe xebatê nekin dê li mala xwe paldayî maaşan ji şaredariyê negirin.

Îca ewqas hewar û qareqara we ji ber wê yekê ye. Ava kaniya ku dihat ser aşê we tê birîn. Êdî ava ku ji wê kaniyê diherike wê tenê li kedkar û xebatkaran were parvekirin. Her kes wê qasî ked û xwêdana xwe ava wê kaniyê vexwe.

Çima daxwaza qeyûman dikin

Hin nivîskarên ku ji wê kaniya kedxwariyê av vedixwarin û hatina DEM Partiyê ya şaredariyan ne li gorî berjewendiyên wan ên şexsî ne, çavên xwe digirin û devê xwe vedikin, qareqara wan e daxwaza hatina qeyûman dikin. Bi hatina qeyûman dîsa dê ew sîstema berê vegere û li malên xwe pal bidin û keda xelkê van bajaran li wan were parvekirin.

Dema mirov bala xwe bide wan kes û derdorên ku reşkirina DEM Partiyê û şaredariyên wê ji xwe re kirine karê sereke, aşkera xuya dike ku ew derdor kî ne û ji bo çi dest bi vê kampaniya xwe ya reşkirinê dîsa kirine.

Kesek ji wan destê xwe nade ser wijdanê xwe û nabêje em ê çawa li dijî îrade û vîna vê xelkê derkevin. Beriya niha ji xwe 2 caran bi riya qeyûman îradeya vî gelî hate xespkirin lê dema ku roja hesabxwestinê hat dîsa ev gel li vîna xwe xwedî derket û şaredariyên xwe ji qeyûman standin.

Divê her kes rêz û hirmetê bide vîna vî gelî û bihêle ku hevşaredar û nûnerên ku gel bi xwe ew hilbijartine kar û xebatên xwe yên xizmeta vî gelî bike.