28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin

Çalakiyên GOÇÎZDER’ê yên 14-21’ê hezîranê “Hefteya Koçê” sibe bi belgefîlm, panel û daxuyaniyên çapemeniyê dest pê dikin.

Çalakiyên “Hefteya Koçê” ya Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) ku di navbera 14-21’ê hezîranê de tên lidarxistin, dest pê dikin. Di vê çarçoveyê de sibe dê li avahiya komeleyê “Rapora Koçberî Qad Çavdêrî” ya ji hêla Platforma Lêkolînên Koçberiyê ve hatiye amadekirin, were aşkerakirin.

Dê di 20’ê hezîranê de jî li pêşiya Îdareya Koçê bi navê “Cihêkarî û Gotina Nefretê ya li Dijî Penaber Koçber û Biyaniyan Zêde Dibe” daxuyanî were dayîn.

Demansê belgefîlm amade kir

Di navbera 16-24’ê hezîranê de jî dê belgefîlm were pêşandan. Belgefîlma Demansê ku çîroka mirovên piştî bi çêkirina Bendava Ilisuyê ji warên xwe bûn vedibêje jî dê di tevahiya hefteyê de li ser qenalên komeleyê bê weşandin.

Panel

Di 23’yê hezîranê de jî dê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê bi navê “Cihêkarî û Gotina Nefretê ya li Dijî Penaber, Koçber û Biyaniyan, Koçberî û Sazûmaniya Demografîk” panelek were lidarxistin. Dê li gel GOÇÎZDER’ê, her wiha Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li panelê bibin.