6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dag û Er nêzî mehekê ye, di greva birçîbûnê de ne

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xirab, 29 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Di 17 tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiya Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest da. Mazlûm Dag û Abdrrahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Ji roja ku ew xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê gulanê de ketin greva birçîbûnê.

Hêjayî gotinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xirab û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan hatin qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Her du girtî di 13’ê sibata 2022’an de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayin ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.