15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên Nobeda Edaletê li gelek bajaran didome

Di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" li gelek bajaran çalakiyên Nobeda Edaletê dewam dikin.

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan li gelek bajaran çalakiyên Nobeda Edaletê pêk tên.

Li girtîgehan bi heman daxwazê greva birçîbûnê dewam dike.

Li Amed, Mersîn, Edene, Wan û Stenbolê çalakiyên Nobeda Edaletê bi serdanan îro jî dewam kirin.

Amed

Li Amedê Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER’ê hatiye destpêkriin li navçeya Rezanê li avahiya DEM Partiyê pêk tê.

Li salona çalakiyê pankarta bi nivîsa “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin.

Tevî Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray gelek kesan serdana çalakgeran kirin. Beşdarên çalakiyê ji bo rakirina tecrîdê bang kirin.

Wan

Li Wanê çalakiya Nobeda Edaletê ya ji aliyê TUHAY-DER û xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 10’an de ye.

Şêniyên taxên Selîmbey û Yali tevî rêveberên Wan Çev-Derê serdana çalakiya nobedê kirin.

Munîfe Kaçak di dema serdanê de axivî û bi bîr xist ku li girtîgehan bi hezaran girtî tecrîdkirî ne û got, “Em dixwazin tecrîd bê rakirin û azadî pêk were. Bila êdî dayik negirîn. Em dixwazin daxwazên azadiyê yên çalakgerên greva birçîbûnê tavilê bêne qebûlkirin.”

Serokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik got, “Em Dayikên Aştiyê silav dikin ku vê têkoşîna bi rûmet dimeşînin. Birêz Abdullah Ocalan nirxê gelê Kurd e, ev çalakiya hevalên me yên li zindanan ên ji bo azadiya Ocalan gelekî girîng e.”

Mersîn

Nobeda Edaletê ya li avahiya TUAY-DER a Çûkûroavyê bi beşdariya Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dewam dike.

Di roja 11’emîn a nobedê de ji çalakgeran Gulê Kanpolat axivî û got, “Em daixwazin tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyan bê rakirin. Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Rêber Apo azad nebe em jî azad nînin.”

Edene

Nobeda Edaletê ya li avahiya AATUHAY-DER’ê bi beşdariya Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan 11 roj in dewam dike.

Dayika Aştiyê Bezo Orûç destnîşan kir ku divê her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve û got, “Em dixwazin girtî hemû bêne berdan. Em dixwazin êşkenceya li ser Rêberê me bi dawî bibe û azad bibe. Girtiyên li girtîgehan ji bo azadiya Rêberê me di greva birçîbûnê de ne. Em jî li vir ji bo wan di nobedê de ne.”