21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan

Şaxên OHD û ÎHD’ê yên Îzmîrê diyar kirin ku rêveberiyên Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T a Bandirmayê girtiyan dikin hedefa êrîşên nîjadperest û nefretê û bang li saziyên cemaweriyê yên venêrînê kirin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Tîpa T a Bandirmayê li avahiya Şaxa ÎHD’a Îzmîrê daxuyanî dan.

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nehîr Bîlece di daxuyaniyê de axivî û got ku di navbera 7 û 16’ê mijdarê de li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T yên Bandirmayê bi girtiyan re hevdîtin kirine. Bîlece, ev agahî parve kir: “Nêzî du sal in li odeyên girtiyan bi awayeke keyfî guhertin tên kirin û rêveberiya girtîgehê hewl dide girtiyan di tecrîdê de bihêle. Di heman demê qawîşên girtiyên siyasî û yên edlî anîne ber hev û girtiyên siyasî dike hedefa êrişên nîjadperest û nefretê. Ji ber ku korîdora wan hevpar e, di dema hevdîtinên bi malbat û parêzeran de, di dema çûna revîrê û nexweşxaneyê de girtiyên siyasî rastî êrişan tên. Girtiyên edlî li ser qada hewadariyê tiştan diavêjin û di nava rojê de gotinên nîjadperest û heqaratan dikin. Girtiyên siyasî gotin ku ev pirsgirêk bi rêveberiya girtîgehê re parve kirin lê tu çareserî pêş nexistiye. Girtiyan, destnîşan kirin ku gardiyan jî liv û tevgerên nîjadperest û nefretê li dijî wan raber dikin. Ev yek jî li ser jiyana wan xetereyê çêdike.”

‘Hiqûq veguherandine amûra zextê’

Bi domdarî Bîlece anî ziman ku rêveberiya girtîgehê tevî gardiyanan bi awayeke keyfî li qawîşan lêgerînan dikin û wiha pê de çû: “Di dema van sepanan de gardiyan dikevin nava hewldanên provakatîf. Ev rewş bi awayeke zanebûn tê afirandin û ji bo cezayên disiplînê hincet tê çêkirin. Polîtîkayên îktîdara siyasî, li girtîgehan hiqûq veguherandiye amûra zextê. Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê li dijî girtiyan weke amûra gefxwarinê tê bikaranîn. Înîsiyatîf bi temamî ji keyfiyeta îdareyê re hatiye hiştin û îtîrazên li dijî biryarên derhiqûqî jî ji hêla Dadgeriyên Înfazê û Dadgehên Cezayên Giran ve tune tên hesibandin.”

‘Bila tecrîd bê rakirin’

Di berdewamê de Bîlece destnîşan kir ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê dest pê kirî niha li tevahiya girtîgehan belav bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pergal, li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Girtiyên siyasî gotin ku ew dixwazin tecrîda li Girava Îmraliyê bi dawî bibe û rê bê dayîn ku girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.”

‘Bila destûrê bidin şandeyên şopandinê yên serbixwe’

Bîlece, bang li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Tenduristiyê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê û saziyên cemaweriyê yên venêrînê kilr ku peywira xwe bi cih bînin û axaftina xwe wiha qedand: “Bisînorkirina azadiyê, rê li ber binpêkirina mafên mirovan vedike. Lewma divê destûr were dayîn ku şandeyên şopandinê yên serbixwe bikarin biçin girtîgehan û venêrînê bikin. Di pêvajoya greva birçîbûnê de divê şandeyên ji ÎHD, OHD, TBB û hwd. bikarin biçin girtîgehan û hevdîtinan bikin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku tavilê şert û mercên girtîgehan baş bikin û binpêkirinên mafan ên heyî bi dawî bikin.”