4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên Nobeta Edaletê berdewam dikin

Malbatên girtiyan ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji meha Kanûna 2023’an de dest bi çalakiya Nobata Edaletê kirine berdewam dikin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 94’an de berdewam kir. Tevî ku roja ewil a Cejna Remezanê bû jî gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de stranên şoreşgerî hatin gotin, govend hate gerandin û beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Siyasetmedarên bajar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hevşaredarên DEM Partiyî hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de cejna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hate pîrozkirin û daxwaza azadiya fîzîkî hate kirin.

‘Bi hêviya ku cejn bibe wesîleya azadiyê’

Ji Dayikên Aştiyê Turkan Durç di çalakiyê de Cejna Remezanê di serî de li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li hemû girtiyên siyasî û gelên Rojhiilata Navîn pîroz kir. Turkan, anî ziman ku ew dixwazin Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bikin û got: “Di rojên pêş de em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Em dixwazin çalakiya xwe xurtir bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe, rêxistinên civaka sivîl û parastvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin me. Bi hêviya ku cejn bibe wesîleya azadiyê. Ji gelê me re serkeftinê dixwazin.”