5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadger danişîna doza endama KJAR’ê Werîşe Muradî taloq kir

Dadgehê danişîna endama KJAR'ê Werîşe Muradî ku li Îranê girtî ye, di 9'ê Nîsanê de ji ber amade nebûna dadwerê duyemîn ê dozê, taloq kir.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku danişîna endama Komela Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ku di 9’ê Nîsanê de dê li Dadgeha Şoreşê ya Şaxa 15’emîn a Tehranê hatiba lidarxistin, ji ber amade nebûna dadgerê duyemîn ê li ser dozê disekine taloq bûye.
Werîşe Muradî ku li Girtîgeha Evînê girtî ye û parêzerên wê beşdarî dadgehê bûn. Endama KJAR’ê Werîşe Muradî ku di 1’ê Tebaxê de li bajarê Sine ji aliyê Mûhafizên Şoreşê ve hate revandin û piştî lêpirsîna 2 hefteyan hate girtin û şandin Girtîgeha Êvînê, bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” tê darizandin.
Roj û saeta danişîna bê dê ji aliyê dadwerên li dozê dinêrin ve bê diyarkirin û Werîşe Muradî bê agahdarkirin.