4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin deyndarê Uveyş Ocalan in

Bandora ku Uveyş Ocalan li ser Abdullah Ocalan çêkiriye rê li ber Rêberiya wî ya gelan vekiriye û îro em wek jin dikarin bibêjin ku em deyndarê Uveyş Ocalan in.

Jin bi hemû nasnameyên xwe di hemû cihanê de xwedî bandoreke çêker in. Ji destpêka jiyana me heta ku jiyana me bi dawî dibe bi taybet em bi bîranîn û tecrûbeyên ku bi dayikên xwe re jiyane dikevin nav lêgerînan ango li gor van tecrûbeyan teşe didin jiyana xwe.

Di vê xalê de em dikarin bibêjin ku jin tenê bi zayîna fîzîkî ruh nadin laşê me di heman demê de teşe didin kesayeta me jî.

Hin dayikên wek Uveyş Ocalan jî bi hebûna xwe ya têkoşer ne tenê di jiyana zarokên xwe de di heman demê de di jiyana me hemûyan de dibin xwedî bandor.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema behsa dayika xwe Uveyş dike vê rastiya dayikan bi bîr dixe. Ew bi xwe jî dibêje dayika wî bi nêzikatî û tevgerên xwe teşe daye kesayeta wî ya îro û rê li ber têkoşîna ku dide vekiriye.

Têkoşera mezin: Uveyş

Uveyş Ocalan a ku di 4’ê Nîsana 1949’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî dinê di 11’ê nîsana 1993’an de li Edeneyê ji ber nexweşîna şekir jiyana xwe ji dest da. Uveyş Ocalan ku di derdora xwe de bi taybetmendiya xwe ya têkoşer dihat nasîn bandoreke mezin li ser kesayeta Abdullah Ocalan kir.

Rêberê Gelê Kurd dema behsa bandora dayika xwe Uveyş ya li ser têkoşîna xwe dike wiha dibe: “Ez zanim ku dayika min têkoşereke mezin e. Wê di temenê min ê biçûk de min fêrî têkoşînê kir. Hê jî ew bandora ku di zarokatiya min de afirandiye li ser min e. Dayika min tim ji min re digot ‘tu nikarî bi piştgiriya ku ji min digirî, bi girî û gazinan bijî. Divê teqez bersivek te hebe.’ Ji bo wê ferq nedikir ên li hemberê wê jin ango mêr in. Êrîşê wan dikir û hesab dipirsî.”

‘Divê tu heyfa xwe hilînî’

Abdullah Ocalan bi van gotinan behsa bîranîneke xwe ya bi dayika xwe re dike: “Ez hê zarokek biçûk bûm. Min her roj şer dikir bi zarokan re. Rojek di van şeran de serê min şikiya. Dayika min êrîşê min kir û got: ‘Tu nikarî werî malê’. Got ku heta ez heyfa xwe nestînim dê min negire malê. Di encamê de min çû heyfa xwe hilanî û hê karibûm vegerim malê.”

Uveyş Ocalan wek gelek jinên Rojhilata Navîn di temenê xwe yê biçûk de bi mêreke ku nasnake re tê zewicandin. Mêrê ku pê re tê zewicandin jineke din a ku daxwaza wî ya zewacê red dike, dikuje. Li ser vê yekê Uveyş Ocalan li mehkemê şahîdiyê dike ku mêrê pê re zewicandiye bikeve girtîgehê. Tenê vê mînakê dide nîşandin ku Uveyş Ocalan li ser tu zilmê serî netewandiye û li ber xwe daye. Piştî ku bi Omer Ocalan re hatiye zewicandin ji bo zarokên xwe gelek ked daye. Ji ber vê taybetmendiya wê ye ku Abdullah Ocalan ji bo wê dibê: “Hêza dayikê, şerûdbûna dayikê, bandora van a li ser min rê li ber baldariya min a li ser pirsgirêka jinan vekir. Bi vî awayê min jinan înkar nekir. Ango qet nebe nebûm mêrekî wek bavê xwe an jî ciranên xwe. Di vir de bandora dayika min li ser min gelek e. Jixwe bandora jineke wek dayika min jî li ber çavan e.”

‘Em deyndarê dayika Uveyş in’