spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana gelê Wanê bi ser ket

Dinyayê bi heyranî temaşeyî dîmenên berxwedanê ya gelê Wanê kir ku ji bo parastina mafê xwe, bi rojan çawa li ser piyan li ber xwe didin. Hêrsa xelqê Wanê ya li hemberî zilma qeyûman, ji bo herkesê derseke dîrokî da.

Ji bo serkeftina gelê Wanê ya li hemberî destwerdana xespkirina şaredariya bajarê mezin, bêguman her keseke nerînek da, ya esasî ew e ku mirov li sedemên vê sekna bi biryar û hêrsa gelê Wanê vekolîn bike û raveya wê baş fêm bike. Tevî hemû astengiyên dewletê, êrîşên polîs, leşker û nokerên heremî jî li ser, xîreta xelkê Wanê bi ser ket. Gelê Wanê, destkeftiyên xwe bi berxwedanê parast! Her bîjî ji berxwedana gelê berxwedêr re ku we rûmeta me parast, we li ber xwe da û bi serfirazî bi ser ketin. Li hemberî vê seknê ‘hestîkoj’ binket!…
Divê hişmendiya zikreş a mêtingeh vê ji xwe re bixe guhar û bi guhê xwe ve ke; tu bi rêya qeyûman şaredariyên bajarên Kurdistanê dagir jî bike, xesp jî bike hîle, qurnazî, fen û fûtan jî bike, lê bila ev ji were bibe kula pençeşêre ya “êşa zirav”; wê gelê kurd dengê xwe nede we! Dê gelê kurd tu carî serî li ber faşîzmê, li ber bîrdoziya nijadperest, mêtinger, serî netewîne û vîna xwe radestî pergala kotek-zorê ya serwer a nêr neke… Divê ev helwesta gelê kurd a berxwedêr, şîroveya wê ji aliyê dewletê ve rast bê kirin, ji ezmûn û cerabeyên berê ders bê derxistin. Her kî li bara vîna civakê de şaşiyên bi vî ewayî dubare bike, dê li dîwarên kuçeyan ên berxwedana gelê Wanê bikeve.
Ev zihniyet bi darê zorê, bi kuştin, tundiyê, bi destdirêjî û ziman dirêjiyê destwerdanê li nirxê me dike. Bi vê siyasetê jî xwe, îktidara xwe li ser îradeya civakê mayînde û ferz bike. Lê AKP vê yekê ji bîra dike ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de li tevahî bajarên Kurdistanê te hêza rêveberiyê winda kir. Tu têk çû yî, her wiha li bajarên mezin ên metropolên Tirkiyeyê jî te rêveberiya gelek bajarên mezin wendakir. Kurdan li Kurdistanê got; ey îktidara AKP’ê destê xwe, ji pêsîra me bikşîne; civakê ji sedî şestî ji zilma te re got, ‘êdî bes e’. Civaka Tirkiyayê ji bo “wî” dibêje; “îstîfa bike”! Ku li ba we rayedarên AKP’ê, bi qasî misqalê jî şerm û heya mabe, hûn ê îstîfa bikin. We li vî welatî rewabûna xwe winda kir.
Gelê kurd, jin doza mafê xwe yê rêveberiyê dikin û li hember zayendperêzî, qirkirin û newekheviyê têdikoşin. Ciwan li dijî êrîşên şerê teybet xwe bi rêxistin dikin; ji dilopên xwîdana eniya her karkerekî/ê, ji bêewlehiya jiyanê, xwîn tê…

Ji 1’ê sibatê û vir de li Bakur, gel bêyî ku bêhna xwe bide li ser piyan e. Geşedanên dawî yên mezin ku bi Meşa Azadiyê ya ji bo pêngava ‘azadiya fîzîkî’ ya ji Rêber Abdullah Ocalan re, ji du navendên bajarên bakurê Kurdistanê (Qers û Wanê) hatin destpêkirin. Meş heta 15’ê Sibatê li gundê Amara yê Xelfetiyê bi dawî bûbû. Meşvanên Meşa Azadiyê, her çi wargehên ku xwe gihandinê û lê bêhna xwe didan, rastî elaqeyek germ a mêvanperwerî, dilsoziyê ya gelê Bakur hat…
Tevî ku demsal zivistan jî bû, lê ji kelegerma tîna azadiyê, tu kesê hay ji sir û sermayê nemabû. Serma berfê ya çiyayê Agiriyê, li hemberî heybeta hilatina ROJ’ê, li ber kele germa hêviyên Meşa Azadiyê nemabû…
Li gel tevahî astengiyên rayedarên dewletê ku her carê hatina ba hev a xelkê bajarên bakurê Kurdistanê bi hinceta ku çalakî ‘qedexe ye’ rastî êrîşan dihat. Tevî vê jî gel guhê xwe neda qedexeyan û tevlibûna xwe ya pêşwazîkirina vê pêngavê raber kir. Azweriya têkoşînê nîşan da. Jinan, ciwanan ji hêla beşdariya pêvajoyê ve texsîr nekirin, ji pêşwazîkirina 8’ê Adarê de rengê Newrozê, aşkere bûbû. Qadên pîrozbahiyê yên Newrozê, veguherin raperînê ku belavî hemû bajarên Kurdistanê bûbû. Bi beşdariya bi milyonan mirovî qad ji pîrozbahiyê xemilîbûn.
DEM Partî, bi ruhê pêşwazîkirina 8’ê Adarê, bi germahiya agirê Newrozê dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kir û vê pêvajoyê bi tevlibûna civakê bi rê ve bir. Birêvebirina vê statejiyê, em dikarin bêjin ku hilbijartinê bi gelemperî bi serkeftî biencam bû. Nirxandin, nerîn û rexneyên gel ên der barê şêwazê meşandina kar û destnîşankirina bernamzetiyê de li ber çavan hat girt ku gilî û gazinên heyî yên civakê girt ser xwe. Kar û xebat ji realîteya civakê, nerazîbûnên heyî qut negirte dest…
DEM Partiyê, rexnedayîna xwe birêvebirina kar û xebatên hilbijartinên xwecihî re bi hewildanên pratîkî hewl da ku xitimandinên heyî derbas bike. Dirêveçûna siyaseta demokratîk de ji bo derbaskirina kêm û kurtiyên xwe helwesta xwe nîşan da. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de avêtina gavên êrênî, esasgirtina vîna gel bi xwe re serkeftinek mezin anî. Ev niyeteke baş bû ku gel, bersiva rexneyên xwe di pratîkê de dît!
Civak heqîqeta hêza guhertinê ku bi dehan car ev yek îspat kiriye. Ev ezmûna siyaseta demokratîk e ku bûye hêza serfiraziyê. Di dîrokê de ev hilbijêrka çavkaniyê ye ku hemû guhertin, veguherînên pêkhatî bi biryar û erêkirina civakê ye… Çi dema ku civak hez bike û biryara xwe bi xwe bide guhertin pêk tê. Ev jî parçeyek ji qanûnên xwezayê ye.
Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an de tevî hemû astengî, hîle, bêedaletî û bêrêziyên destdirêjiya îktidara AKP jî li bakurê Kurdistanê vîna gel bi ser ket. Civaka Wanê, di têkoşîna xwe ya du roj û sê şevan de, bi ser ket. Gelê kurd di vê hilbijartinê de bi siyaseta şer a înkarê da windakirin. Pêla çareseriyê, zora neçareseriyê bir ku neçareserkirina pirsgireka kurd, bi xwe re ev wêneyê serhildanê berbelavî Kurdistanê kir.
AKP di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Kurdistanê ji qemcika stuyê xwe şeqam/sîleyek xwar! Erdogan, li tora civakê hiltarpilî… Ew nema dikare rojeva welêt, destnîşan bike. Pirsa ku gelo ma di vê hilbijartinê de AKP’ê çi winda kir, heye? Belê mirov dikare binkeftinên AKP’ê yên hilbijartinê bi kurtasî jî be wiha rêz bike: Yek; di siyaseta şer û înkarê de bi bin ket. Du; di otoriteya siyasî de li seranserê cîhanê îtîbara xwe winda kir. Sê; di pergala dîktatoryal a ‘serokatiyê’ de qelîştok çêbûn. Çar; AKP’ê di asta civakî de hêza xwe ya birêvebirinê bi tevahî winda kir! Ew bi vê halê xwe, tu sûdê nade gelê Tirkiyeyê jî…
Di van hilbijartinan de gelê kurd, xwedî li vîna xwe derket bi çûyîna ser sindoqan re dengê xwe da xwe û şaredariyên xwe ji lepên AKP’ê derxistin. Piştî 8 salan, gel şaredariyên xwe rizgar kirin. Li dijî talankirina xwezayê li eko-sistema Kurdistanê, li nirxên dîroka xwe xwedî derketin. Serkeftina xelkê Wanê, encama vê seknê û vê kedê ye…