17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên Nobeda Edaletê didomin

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dane destpêkirin, di roja 282’an de ye. Îro jî malbatên girtiyan, ji bo daxwazên xwe li ber Edliyeya Amede hatin cem hev. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an a Amedê û Rihayê û xwişka Elî Çîçek ê di sala 1982’de di Zindana Amedê de di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû Ayşe Çîçek jî piştgirî dan çalakiya malbatan.

Sozê xwe bi cih neanîne

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Ada, Reşahat Ada diyar kir ku tevî ku 10 meh in çalakiya xwe didomîn jî ne serokkomar ne jî Wezîrê Dadê wan nabîne û wiha axivî: “Zilm û zordarî li ser girtiyên me hene. Ji bo girtiyên nexweş em çûn Enqereyê bi partiyan re hevdîtin kir. Ji bo girtiyên nexweş ên giran me dosyayek dan wan. Wan soz dan ku dê vê mijarê çareser bikin. Lê mixabin ev soza xwe bi cih neanîn. Em wan şermezar dikin. Tecrîd li ser zarokên me heye û wan diavêjin hucreyê. Em vê zordariya li ser zarokên me qebûl nakin. Zarokên me ne bêkes in. Em piştgirî didin doza wan. Em bi wan serbilind in. Heta ku em sax bin em ê bi wan re bin. Heta ku girtiyek di girtîgehê de be em ê li ber xwe bidin. ”

Çalakiya malbatan bi dirûşmeyên “Bîjî berxwedana zindanan” û “Heq hûqûq edalet” dawî bû.

Li Wanê Nobeda Edaletê didome

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Wanê dane destpêkirin didome. Malbatên girtiyan vê hefteyê li pêş avahiya Edliyeya Wan çalakiya xwe li dar xistin. Malbatên li pêş edliyeyê hatin cem hev daxwazên xwe dubare kirin. Malbatan li baxçeyê edliyeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û bertekên xwe anîn ziman.

Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê, partiyên siyasî û saziyan piştgirî da malbatan.