spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê dewleta tirk ji Sûriyeyê derkeve’

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Buroya piştevaniyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di destpêka axaftina xwe de Ebrû Gunay bal kişand ser qezayên trafîkê yên li Dêrik û Dîlokê ku di encamê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û got: “Sedema rûdana vê felaketê, negirtina tedbîran e. Li şûna ewlehiya jiyana gel, ranta alîgirên xwe parastin, lewma ev komkujiya mîna qezayê rû da.”

Dixwazin  kurdan tasfiye bikin

Di berdewamiya axaftina xwe de Gunay, bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Êrîş dewam dikin. Em rewşa li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Desthilatdariya ku ji sala 2011’an û pê ve bi rengekî bênavber ji şerê li Sûriyeyê xwe xwedî kir û mezin kir, niha qala diyalog û hevdîtina bi Esad re dike. Bêguman em weke HDP’ê alîgirê çareseriya pirsgirêkan a bi diyalog û danûstandinan e. Lê belê em dizanin ku armanca rastî ya desthilatiyê danûstandin û diyalog nîne. Hincetên vê pêşniyara diyalogê li aliyekî, di asta heyî de jinûve muxatab girtina Esad tê wê wateyê ku qesr û çeteyên wê di şerê li Sûriyeyê de têk çûne.”

Bêyî kurdan çareserî nabe

Gunay, bi lêv kir ku rejîma qesrê ji vê hilweşîna ku bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kiriye ders wernegirtiye û got: “Li ser bingeha bêyî kurdan a diyaloga bi Esad re di polîtîkaya neçareseriyê de israr dike. Rejîma qesrê tasfiyekirina kurdan ku nekarî bi destê DAIŞ’ê bike û piştre bi xwe kete nava xaka Sûriyeyê û xwest dagir bike. Vê carê jî bi navê diyalog û danûstandina bi rejîma Esad re dixwaze vê yekê bike. Li rê û rêbazên bi vî rengî digere.”

Armanca wan bê statu hiştin e

Gunay, diyar kir ku tu perspektîfa Tirkiyeyê ya çareseriyê nîne û wiha got: “Tenê armanceke wan heye; dijberiyê li kurdan dike û dixwaze kurdan bê statu bihêle. Mijara ku ji bo vekişandina hêzên xwe yên ji herêmên dagirkirî, desteserkirina mafê kurdan weke şert destnîşan dike. Ev yek jî siyaseta çareseriyê nîne, polîtîkaya bazarî û şantajê ye. Beriya her tiştî ji bo rejîmê, Tirkiye welateke ku li gelek herêmên Sûriyeyê hêza xwe ya dagirkeriyê ye. Li gorî rejîma Sûriyeyê hemû komên çekdar ên Tirkiyeyê piştgiriya wan dike, terorîst in.”

Di 1’ê îlonê de wê li qadan bin

Di dawiya axaftina xwe de Gunay destnîşan kir ku wê li qadan bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînin û li ber polîtîkayên şer rabin û got: “Li dijî şer û tecrîdê di 1’ê îlonê de em ê li qadan bin. Em bang li herkesî dikin ku bi rengekî xurt tev li çalakiyên 1’ê Îlonê ya Roja Aştiya Cîhanê bibin ku wê bi dirûşma ‘Şer dide windakirin, aştî dide qezençkirin’ bibin.Di 1’ê îlonê de li Wanê bi beşdariya hevseroka me ya giştî Pervîn Bûldan û li Şirnexê bi beşdariya hevserokê me yê giştî Mîthat Sancar em du mîtîngan li dar dixin. Li her derê em ê bi hêzên ked û demokrasiyê re li qadan bin. Em ê li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku şer dide windakirin, aştî dide qezençkirin.”