spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Lihevkirina wan li dijî gelên herêmê ne’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re, geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê, encamên civînên Soçî û Tehranê, helwestên dewletên garantor ên agirbestê, ji binpêkirinên dewleta tirk ên li ser herêmê, hewldanên lihevhatinê yên dewleta tirk a bi rejîma Şamê re û mijara nûjenkirina lihevkirina Edeneyê nirxandin.

Bedran Çiya Kurd, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser civînên NATO, Tehran û Soçiyê û wiha axivî: “ Rejîma tirk ji gelek aliyan ve wekî NATO, Rûsya û koma Astanayê hewldan ku êrîşî herêmê bike û destûra pêkanîna êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergire, lê ev yek çênebû. Ji ber ku her êrîşeke Tirkiyeyê wê zirarê bide berjewendiyên gelek dewletan, taybetî jî Rûsya û Îranê. Li aliyê din gumanên me li ser gelek mijaran hene. Li hemberî van êrîşan, helwesta Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî tune ye. Çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji van êrîşan digirin, xwe ji nû ve bi rêxistin dikin û gefên xwe li ser hemû aliyên ku çavê xwe li van êrîşan digirin, zêde dikin. Dewleta tirk bi van êrîşan sûcên şer dike û rêgez, peyman û qanûnê navneteweyî bin pê dike.”

Ji bo desthilatiya xwe biparêzin êrîş dikin

Çiya Kurd destnîşan kir ku dewleta tirk ji bo ku desthilata ser piyan bigire êrîşê Rojavayê dike û ev tişt anî ziman: “Nîqaşên ku di demên dawî de li Tehran û Soçiyê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hatine kirin, diyar dikin ku her sê aliyan li ser hin mijaran li hev kirine.  Ev lihevkirin li dijî gelên Sûriyeyê bi pêş dikevin ku her tim dibin qurbaniyê van lihevkirinan. Ji ber vê yekê rejîma tirk amade ye li ser her tiştî tawîzan bide da ku desthilata xwe biparêze. Em dibînin ku îro dixwaze bi Şamê re li hev bike û dixwaze pozîsyona Sûriyeyê bi rejîma Sûriyeyê re li hev bike û her wiha desteka siyasî bide Şamê. Rejîma tirk di aloziyekê de ye û tiştên ku dixwaze bi dest naxe, lê bi rêbazên din dixwaze bi dest bixe. Lewre dixwaze bi Şamê re li dijî herêmên me li hev bike û dev ji armancên berê yên ku êdî jê re nema girîng in, berdê. Mijara herî girîng jî ew e ku çawa Rêveberiya Xweser û HSD’ê lawaz bike. Ji ber vê yekê em dibînin ku berê xwe dide Şamê da ku vê armancê pêk bîne.”

Dibe ku peymanên nû hebin

Di berdewamiya axaftina xwe de Çiya Kurd, destnîşan kir ku li gorî van lihevkirinan dibe ku peymanên nû di navbera rejîma Sûriyeyê  û dewleta tirk de hebin û wiha got: “Di salên dawîn de alozî û pirsgirêkên kûr ên Tirkiyeyê bi dewletên cîhanê re hene. Stratejiya derxistina pirsgirêkan bandor lê kir ku êdî bi herkesî re di nava pirsgirêkan de ye. Rejîma tirk ji ber pirsgirkên xwe yên hûndirîn dixwaze têkiliyan bi hemû aliyan re xweş bike da ku ji van aloziyan xilas bibe û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Her wiha ditirse ku di hilbijartinên pêşerojê de bi bin bikeve. Ji ber wê jî heke rejîm û dewleta tirk li hev bên divê gelên Sûriyeyê bizanibin ku ev lihevkirin wê zirarê bide herêmê. Wê ji wêran kirin, qetil kirin û diziye re herêm vekirî bibe.  Heke Şam bi rejîma faşîst a Tirkiyeyê re li dijî gelê me lihevkirinê çêke, ev yek tê wateya ku Şam hebûna dagirkeriyê ya li Sûriyeyê erê dike û rewa dibîne. Peymana Edenê ya ku di 1998’an de hat îmzekirin û Sûriyeyê Lîwa Îskenderûn ji dest daye, diyar dibe ku peymaneke nû û Edeneyeke nû heye.”

Divê nekevin nava xefk û planan de

Çiya Kurd, diyar kir ku tevî ku dewleta tirk êrîşên leşkerên rejîma Sûriyeyê dike jî rejîm dengê xwe ji van êrîşan dernaxîne û ev tişt got: “Rejîma Şamê helwesta xwe ya li dijî sûc û dagirkeriya dewleta tirk a li djî xaka Sûriyeyê bi pêş nexist, tu siyaset û hewldanên cidî li dijî dagirkeriyê ne leşkerî ne jî di çarçoveya parastina rewa de ne jî di aliyên siyasî û hiqûqî de bi pêş ne xist. Divê hikûmeta Şamê nekeve xefka plan û peymanên ku berjewendiyên hin dewletan mîna koma Astanayê biparêze. Divê têkiliyên xwe bi hemû aliyên Sûriyeyê re ji bo bersivdana êrîşên dagirkeriyê bi hêz bike û parastina xak û gelê Sûriyeyê bike.”

Divê hemû pêkhate têbikoşin

Li ser bangawaziya partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Çiya Kurd, bi lêv kir ku ev banga wan di cih de ye û wiha axivî: “Herêmên Rêveberiya Xweser, tevger û hêza wê ya siyasî helwesta xwe ya di vê gavê de ya girîng nîşan da û diyar dibe ku şêniyên herêmê û partiyên wan siyaseta dewleta tirk red dikin. Lewre dê têkoşîna siyasî bi pêş bikeve û em banga partiyên siyasî mafdar dibînin.Divê partiyên siyasî, saziyên sivîl û pêkhate li dijî siyasetên li ser hesabên wan bi pêş dikevin û dibin qurbanê van siyasetan têbikoşîn. Dê di pêşerojê de li hûndir û derveyî Sûriyeyê û di nava hemû pêkhateyan ji kurd, ereb, suryanî, elewî û dirziyan de têkoşîneke berfireh hebe û plana Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) heye û dê xebatên xwe di pêşerojê de berfireh bike.”

Dixwazin hebûna kurdan tune bikin

Çiya Kurd, bi lêv kir ku peymana Edeneyê li dijî hebûna gelê kurd hatiye îmzekirin û ev tişt got: “Peymana Edeneyê ya ku di sala 1998’an de di navbera Enqere û Şamê de bi sponsoriya Misrê û Îranê hatibû îmzekirin li dijî hebûn û têkoşîna gelê kurd bû. Lê ev peyman nehat qebûlkirin û pirsgirêkên bi Şamê re kûr kirin. Ev peyman neket xizmeta gelê Sûriyeyê û gelên herêmê, û beravajiya peymanê rû dan. Pirsa me ya li vir, gelo ev feyda vê peymanê ji Sûriyeyê û hikûmeta Şamê çêbû? Tenê hin kes radestî dewleta tirk kirin û rûyê xwe yê reş û qirêj aşkera kir. Îro jî dixwazin ji nû ve vê peymanê bi rûyekî nûjen û hin guhertinan zindî bikin. Pêşxistina vê peymanê bi alîkarî û desteka Rûsya û Îranê pêk tê û ji nû ve têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê dikeve çarçoveyeke berfireh. Di destpêkê de jî me got ev peyman li dijî gelê kurd e, lê vê carê dê li ser hesabê hemû gelên Sûriyeyê be Xema dewleta tirk kurdan û Rêveberiya Xweser têk birine, xema Şamê jî komên çeteyan ên têk birine. Di vê peymanê de li ser her aliyan bazarî tên kirin. Ev siyaseta dijminane dê krîza Sûriyeyê kûrtir bike.”

Çareserî projeya Rêveberiya Xweser e

Di dawiya axaftina xwe de Çiya Kurd, destnîşan kir ku êdî rewşek nû li Sûriyeyê heye û ev jî li gorî wê xwe amade dikin û got: “Heke Koalîsyon û Rûsya biryar bidin ku bi êrîşên dewleta tirk bisekinin, wê demê dewleta tirk nikare êrîşekê pêk bîne. Lê dewleta tirk ji bêdengiya van dewletan hêz digire ku êrîşê herêmê bike. Peymanên di navbera Rûsya, Îran, Tirkiyê û Sûriyeyê çêdibin divê di nava Koalîsyona Navneteweyî de rihetiyekê ava neke. Gelek caran koalîsyonê ji bo êrîşên dewleta tirk helwestên xwe nîşan da. Lê ev bi têrê nakin. Em bawer dikin ku ev merheleya têkoşînê dê serkeftinê bîne û ev serkeftin wê ji bona hemû gelên Sûriyeyê be. Ji bo ku em pêşerojek bi hêvî ava bikin xebatên xwe zêdetir dikin. Ji bilî projeya Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk alternatîf tune ne. Ne rejîma Sûriyeyê ne jî rejîma dewleta tirk nikare li vir çareseriyan ava bikin. Êdî konjonkturek nû heye û em hêza xwe ji bo siberojek azad amade dikin.”