3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalan: Divê sînemagerên Kurdistanê bigihêjin hev

Navê Lîsa Çalan her çiqas ku me gelekan bi bûyera 2015’an a bi êrîşa DAIŞ’ê bihîstibe jî ew beriya vê pêvajoyê jî di beşa sînemayê de bi awayekî aktîf dixebitî. Piştî ku di vê êrîşa 2015’an de herdû lingên xwe wunda kiribin jî wê dev ji xebatên xwe yên sînemayê berneda û kurtefilmê bi navê Sîsaban çêkir. Çalan heta niha tev li gelek festivalên wek ê Venedîkê bûyî. Herî dawiyê jî di 18’ê adarê de ji Festîvala Filman a Navneteweyî ya Keralayê (IIFK) ‘Xelata Ruhê Sinemayê’ girt û xelata xwe diyarî ‘şehîdên 5’ê Hezîran, Surûc û Enqereyê’ kir. Hem têkildarî xelata Kerala (Hindistan) hem jî der barê sinemaya kurdî de em bi Lîsa Çalan re axivîn.

Lîsa te di 18’ê adarê de li ser daweta hikumeta Keralayê te berê xwe da welatê Hindistanê. Tu dikare ji me re qala vê pêvajoyê bike?

Salek berê ez tev li festivala Venedîkê bûbûm. Piştî vê festivalê xebateke me ya bi komeleya jinan a Rozayê û bi Mor Merîdyenê re ya hevpar hebû. Li ser navê vê xebatê ez çûme Barcelonayê. Li Barcelonayê jineke ji Keralayê ya ku berê hatiye Kurdistanê û li ser Kurdistanê pirtûk nivîsiye, me hevdû nas kir û me hevpeyvînek çêkir. Piştî wê jî me carek din agahî ji hevdû negirt. Mehek û nîv berê xwest xwe bigihîne min û got Kerala wek mêvana rûmetê dixwaze te vexwîne festîvala xwe ya navneteweyî. Li ser vê yekê min jî li ser Keralayê hinekî lêkolîn kir û min dît ku ev welatê ku ji 35 milyon kesan pêk tê di sala 1952’yan de pergala komunizm-marksîzmê ava kirine. Û festîvalên pir bi coş û mezin li dar dixin. Li ser vê yekê jî ez fikirîm û min go weke jineke kurd û sînemagerekî ne tene ji bo min ji bo me tevan dê gaveke baş bibe. Li ser vê yekê filmê min jî xwestin û bi vî awayî ez têvlê bûm. Wek jineke kurd, jineke aktivîst û sînameger ez tev li festîvala navneteweyî ya Keralayê bûm. Ez û hevala me ya bi navê Bêrîvan û hevala ji Barcelonayê em tevlê bûn.

Keralayiyan têkildarî me kurdan de têkildarî çîrokên me berxwedana kurdan de gelek tişt zanîbûn, xwestine me nas bikin û eleqeyeke mezin hebû. Ev alî balkêş bû ji bo min. Ji serokwezirê Keralaya heta gelek derdorên din eleqeyeke mezin nîşan dan. Vê yekê bi rastî jî ez pir kêfxweş kirim. Di dema xelatê de jî bi hezaran insan hebûn û gişan jî çîroka min dazanîbûn, çîrokên jinên kurdan, ya berxwedana wan zanîbûn. Serokwezîrê çandê yê Keralayê rabû û got ku ‘Em berxwedana kurdan ji her awayî ve nas dikin, berxwedana kurdan berxwedana me ye jî. Ez piştî van gotinan pir kelecanî bûm. Ev gotinên ku ji welatekî wek Hindistanê ji bo berxwedana me kurdan hatin gotinê bi rastî min pir pîroz dît. Yanî ew festîval tenê ne wek xelateke ji bo sînemayê ji bo pêşengtiya hemû jinên kurd bû. Ji coşa jinan heta ya ciwanan ez dikarim bêjim ku atmosfereke pir xweş bû. Hema bêje her yekê ji wan digotin em ji we îlhamê digrîn em ji jinên kurd îlhamê digrin û mirov bi vê berxwedana kurdan jî pir serbilind dibû. Tabî piştî van gotin û nêzikatiyan jî barê mirov girantir dibe. Hema bêje ez heft rojan mam û her roj daxuyaniyek hebû di wan daxuyaniyan de her roj 20 pirs dihatin pirsin.

Bi giştî ji te çi dipirsîn?

Berxwedana kurdan meraq dikirin, berxwedana jinên kurd meraq dikirin, berxwedana min meraq dikirin pirsên di vî aliyî de hebûn. Li ser jineolojiyê meraqeke wan hebû. Heft rojan jî bi vî awayî berdewam kir. Çîrokên me ji hevdû ne dûr in. Êşên hevpar in. Motîfên pir xweş çêbûn.

Li Keralayê tişta herî zêde te bandor kir çibû?

Ya rastî gelek tişt hene. Kerala her çiqas xwedî pergaleke Markîst-Lenînîst be jî hişmendiya patraîarkal zêdetir li pêş bû, hertim jin çend gavan li paş bûn, ev pirsgirêk hebû. Piştre ez hinekî li ser vê mijarê sekinim û min jixwe pirsî min got gelo çima me jineolojî neaniya heta bi van deran û bi wî awayî wek kêmasiyeke me jî dît, haya me ji wan zêde tuneye. Yanî em dikarin berê xwe bidin van aliyan jî û divê wê îdaya xwe ya azadiya ji bo jinan li her cihên ku jin tune lê tê hesibandinê bilind bikin. Li welatekî dibêjin ku em berxwedana kurdan qebûl dikin, ma çima em wan nas nekin. Divê êdî em nebêjin welle em dibin êrîşan de ne, em li ber tunekirinê ne û em berê xwe bidin van welatan jî de ku em fikrên we jineolojiyê belavtir bikin. Yanî divê mirov tenê ne xwediyê çîroka xwe be, divê çîrokên welatên din jî haydar be. Bi vî awayî rêya rêhevaltiyê xurtir bike.

Wek kêmasiyên dîplomasiyê jî mirov dikare pênase bike?

Helbet kêmasiyeke mezin e jî. Çima îro em cihên wek Kûbayê, Rûsyayê û hwd. nas dikin lê haya tu kesî ji me ji Keralayê tuneye. Jixwe tam jî di rewşeke wek niha ya ku hewceye em wek gelê kurd derdora xwe fireh bikin de, divê em têkiliyên xwe bi cihên wek Keralayê re zêdetir bikin. Divê em wek îdia xwe tev bigerin.

Qey êdî em jî bi çavekî oryantalîstî meyze dikin gelo?

Hêma bêje êdî wisa ye. Ji ber dema min go welle dawet ji min re hatiye ez ê biçim Keralayê zêde eleqeyeke wisa çênebû. Lê bawer bikin ger min bigota ez diçim ji bo festivala Cannes’ê dê bi vî awayî nêzîk nebûna. Yanî meselaya çanda populîzmê pir zêde bûye di nav me de. Mixabin ji ber wê jî tenê ne wek oryantalist bûne otooryantalîst jî ji ber ku li hemberî çîrokên xwe jî bi vî awayî meyze dikin. Pirî caran dema ez li filmên kurdan çêkiriye meyze dikim, dibêjim ya ev çîroka te ye me tu çima bi çavekî ji derve lê meyze dike. Vana ez dibêm giş bandora popûlîzm û çanda populere li ser me. Êdî her diçe zêdetir jî dibe ev yek. Ev yek îro ji medyaya dijîtal heta gelek qadên din xuya dike û li holê ye. A niha em nikarin bêjin sinemaya me, şanoya me ji sedî sed gihîştiye dinyayê, dema ger bigihêje belkî… lê hê gelek kes haya wan ji çîrokên me tune ye. Pir kêm kes haya wan jê heye. Ji ber vê yekê jî divê ne li gor çanda populizmê, li gor çanda resen pêş bikeve

Di aliyê pratîkê de jî îro kurd li Rojhilata Navîn wek pêşengên berxwedanê ne, jin pêşengtiyê dikin, berxwedaneke mezin heye. Ê gelo çima di sinema, huner qadên din de em ber bi nêzikatî yan jî hişmendiyeke oryantalist ve diçin?

Ez jî wiha difikirim. Heta carinan ez jixwe dipirsim gelo ez jî wer difikirim. Em zû bi zû xwe nikarin nas bikin. Ji ber ku kurd hê li ser axa xwe û bi nasnameya xwe nayên qebûlkirin li vî welatî. Heta ku em li ser xwe û li ser hebûna xwe bifikirin hê pir dem jê re dive. Yanî êrîşeke pir mezin jî li ser jiyana me heye. Vêce ew êrîş jî her diçe te radîqal dike. Dema tu zêdetir radîqal jî dibe vêce biryarên te jî radîqal dibin, karê tu dike bi heman rengî radîkal dibe. Di vê kelê de bi tu awayî tu nerm nabe. Ku tu xwe bide ber mirov dikare xwe bibîne bê ka bi rastî tu çawa dinêre li dinyayê, li çîrokên xwe, li jiyanê li ser hebûna xwe û hwd. wê çaxê ez jî dibêjim dibe ku nêrîneke min a oryantalîst li cem min jî hebe. Teorî û tevgera mirov hevdû bigre ev ya tişt baş e helbet. Ya herî girîng ew e ku tiştên esasî hene, divê mirov wana biparêze.

Ez dixwazim hinekî berê pirsên xwe bidim ser sînemayê. Lîsa tu ji kengî ve bi sînamayê ve eleqedar dibe?

Ji 2012’an pê ve min li Aram Tîgranê dest bi sînemayê kir. Min di sala xwe ya duyan de kurtêfilmê xwe yê bi navê ‘Zimanê Çiyê’ yê yekem çê kir. Piştre di nav xebatên hevalan ên wek Dokumenter, kurtefilm û rêzefilmê bi navê ‘Ref’de cih girt. Yanî bi kurtasî bi awayekî aktîf ez dixebitîm. Heta bûyera 2015’an jî bi vî awayî dewam kir. Lê piştî pêvajoya 2015’an jî wek aktîf ne li paş qamerayê bim jî, bi fikrên xwe min hewlda li ser sînemayê bixwînim, temaşe bikim, baş fêm bikim. Dema nû min dest bi sînemayê kir min digo gere ez çîrokên wundayî bikşînim. Çîrokên kurdan, çîrokên jinên kurd û çîrokên zarokên kurd, çîrokên şer û hwd min dixwest filmên wan bikşînim. Sînema qadeke ku mirov her dem bîra xwe zindî bihêle ye ku tu nîşanî dinyayê bidî û dinya bi te bihese. Pişt re ez bûm parçeyekî vî tiştî jî bi teqîna 2015’an. Yanî berê min ji derve li çîrokên astengdaran meyze dikir lê tu carî min bîr nedibir ku ez ê wek kesekî bibim parçeyekî ji vî şerî. Herê malbat, derdora te û wek gelê kurd em parçeyekî vî şerî bûn bi her awayekî dihat hîskirin. Lê wek kes bedeleke şexsî û bedeleke mezin min da. Ev bû çîroka min jî û ez niha çîroka xwe jî dijîm. Kameraya min jî heye û min got êdî gere ez çîroka xwe jî bikşînim. Êdî min bêtir li ser sînemayê xwend, bêtir film temaşe kirin û de ku vê çîrokê zêdetir ji dinyayê re bêjim. Ji ber ku di vê bûyera hatî serê min û tevahiya kurdan de dinya jî ji van berpirsiyar e û divê dengê me bibihîzin. Ez mecbûr im hesabê vê tiştê bipirsim, bi taybet jî ji hunermendên cîhanê bipirsim, û em peyvên xwe bêjin. Ez jî hewl didim bi filmên xwe hesabê xwe bipirsim, çeka min jî kameraya min e. Xizmeta min a ji bo gele min kameraya min e û ez ê bi sînemayê hesabê xwe bipirsim. Ji bo vê tiştê hewl didim.

Niha tu herî zêde li ser kîjan aliyê sînemayê disekine, ji bo pêşerojê çi lipêşiya Lîsayê heye?

Bi rastî divê mirov qada xwe diyar bike ji ber ku sinema pir berfireh e û gelek qadên wê hene. Tu dixwaze çîrokê bi kîjan rengî bêje, bi kîjan rêbazê bêje. Ez dixwazim çîrokan bi rastiya ku tu sansûr li ser wan tuneyî bikşînim. Ez dixwazim tenê rastiyê bêjim di sînemayê de. Ji ber ku durketina ji rastiyê, êdî sextekarî ye. Yanî qada ku ez berê xwe bidimê ya realîteyê ye, realîteya bê sansûr, divê sînemayeke provakatîf be. Bi rastî dilê min pir li ser sekna hunermendên cîhanê êşiyaye ne tenê ji bo çîroka xwe dibêjim. Niha li Afganistanê şer heye, li Keralayê berxwedanek heye. Hunermend hewceye li ser van çîrokan peyvên wan hebin û bikaribin peyvên xwe li ser vê tiştê bêjin. Pir kêm hunermendan peyvên xwe gotin. Hêza hunermendan a guhertinê pir e. Bixwazin bi hunera xwe bandoreke mezin ava bikin, hişmendiyekê ava bikin. Hunermenda bi hunera xwe dikarin aştiyeke bimutlaq ava bikin û şerê ji bo vî tiştî bike. Lê em meyze dikin ji Kurdistanê heta Afganistan û Hizbullah, DAIŞ, Talîban û hwd êrîş dikin. Lê li hemberî vê tiştê bêdengiyeke mezin heye. Di şerê cîhanê yê duyemîn de gelek hunermendan gelek tişt gotine û ketina nav liv û tevgerekê. Lê di demeke wek niha ku her kes dikare her tiştî bibihîse de tu kes dengê xwe dernaxe. Yanî ger ez sinemaya xwe çê bikim ez dixwazim bi van realiteyan çê bikim û wisa tevbigerim.

Sînemaya kurdî gelo di çi rewşê de ye, tu jî wek jineke kurd bi kurtefilmên xwe di vê qadê cihê digre. Hilberîna sinemaya kurdî çawaye. Tu çawa dibîne?

Bi rastî mijareke pir hesas e. Hesasiyeta wê ji ku tê? Bêguman di sinemaya kurdî de hê tişteke xurt nehatiye avakirin hê li ser çarpiyan e. Ji ber mirov motivasyona kesên bi vî karî re eleqedar dibin neşkîne divê mirov hinekî hesas tevbigere. Ez dikarim tenê çend rexneyan bikim û xwe jî tev li van rexneyan dikim di serî de. Hê me ew qada sînemayê, ew platforma ji bo sinemaya kurdî baş saz nekiriye ku her kurdek, her kes tev li vê qadê bike. Divê em platformeke ku her kes bikaribe tevlê bibe saz bikin, de ku em ji çîrokên xwe dûr nekevin. Mesela dema em li filmên Rojava tên kêşandin meyze dikin, wek filmên kurdan tên nişandan. Divê ku çîrok bi kurdî be lê ew nabe sinemaya kurdî. Lê ev enternasyonal diçin çîrokê me çê dikin û li cîhanê belav dikin ev nabe sinemaya kurdî. Em li vir kêm in em dihêlin ku derveyî me çîroka me bê çêkirin. Ka em çîroka xwe çê bikin, dema me têrê nekir wê demê hûn çê bikin, bibêjin. Sankî em baş çîrokên xwe ne bi sinema ne jî bi şanoyê nabêjin. Li Rojava filmên tên çêkirin dema mirov li fragmana wan meyze dike ekîba wan gişt biyanî ne. Ka tu dikare bêje ev sînemay kurda ye, ji bilî çîrokê. Bi kurt kurmancî sinemaya kurdî hê pir nû ye, hê bi çarpiyan diçe. Di aliyê fikrî, teknikî, hêla xwendinê. Divê a niha herî kêm 11 kovar me li ser sinemayê derbixista. Em qels disekinin. Zimanê pir xweş peyva dibêje lê ez jî di nav de min ne rahiştiye qelem û lênûskekî û min jî nenivîsiye. Kovarake me ya sînemagerên jinên kurd tune ye. Ev tev jî kêmasî ne helbet. Yanî rast pêvajoyeke şer heye lê divê êdî em biafrînin jî. Mesela sînemagerên ji çar parçeyên Kurdistanê çima em hevdû nasnakin? Divê em bigihêjin hev, bi hev re filman çêbikin, serî li hevdû bidin û hwd. Bila haya min jê hebe ku li Rojava, li Başûr, Rojhilat çi film tên çêkirinê.

Festivalên filman ên li Başûr tu çawa dinirxîne?

Pir popûlistan bi rastî jî. Mesela festîvala Duhokê demek berê çêbû wek podyûmeke mêran bû, podyuma simbêk qeytana bû. Jixwe festîvala wan piçekî bi me da famkirin ku dê bi çi awayî derbas bibe. Pirtir hişmendiyeke mêran a ku tenê mêr filman çê dikin derketibû holê. Her mêrekî jinek dabûn kêleka xwe û li ser podyûmê diçûn û dihatin. Yê li ser dikê mêr, derhêner mêr, yê li pêşiya koltuxan rûniştî mêr, lîstikvan mêr, çîrokên mêran û hwd. Bi giştî wiha bû lê divê ku hin ji wan wisa ne fikirî bin jî. Divê mirov ser van mijaran negre û hê baldartir li ser bisekine.

Festîval Filmên Kurdî ya Stenbolê tu çawa dinirxîne, giringiya vê festîvalê çibû?

Giringiya festîvalan bêguman li holê ji ber ku bi van festîvalan tu filmên xwe digihêjîne gel. Ya din bi saya festîvalan sinemager jî tev têne gel hevdû û hevdû nas dikin. Festivala Filmên Kurdî ya Stenbolê ji ber vê jî pir girîng bû. Ji çar parçeyên Kurdistanê derhêner û sînemagerên kurd hatin gel hevdû. Hewceye ne yek sê heb festivalên bi vî rengî çê bibe, Heta ku festîvalên navneteweyî ya jinên kurdî sînemager çê bibe. Pêwistî bi vê yekê heye. Lê li aliyê din ez dipirsim ma gelo raste ku huner dikeve pêşbirkê? Ev mijar hê di serê min de rûneniştiye ku ya esil çiye. Lê ji bo sinemaya serbixwe festîval pir girîng in.