3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çareseriya aloziya siyasî ya Iraqê çi ye?

Berî ku em behsa hevpeymana rizgariya niştimanî bikin, divê em piştgirên vê hevpeymanê nîqaş bikin. Piştgirên vê hevpeymanê ango tevgera Sedirî, piştî nakokiyên nav mala şîeyan de nepejrand, nakokî di navbera Sedir û Malîkî de derketin. Tevgera Sedir rûyê xwe da Erebistana Siûdî û welatên ereb ên din. Piştî vê yekê Amerîka jî hişt ku Sedir bibe nûnerê rewa yê şîeyan li Iraqê. Sedir di wê baweriyê de ye ku mafê wî heye nûneratiya şîeyan bike. Erebistana Siûdî û Amerîka ji bo rola Îranê di Iraqê de têk bibin gihîştine armanceke hevbeş û ji ber vê pêşiya wî vekirin. Armanca yekemîn a herdu dewletan ew e ku dixwazin bibin nûnerê şîeyan û ya duyemîn jî dixwazin rola Îranê li Iraq û welatên ereban têk bibin.
Der barê Hevpeymaniya Serwerî ya bi serokatiya Xemîs el-Xencer û Serokê Parlamentoyê Mihemed el-Helbûsî de, ew jî li Iraqê nûneratiya pêkhateya sunî dikin û ji aliyê Amerîka û Tirkiyeyê ve hatine vexwendin. Ew herdu jî dixwazin rola Îranê li Iraqê têk bibin, lewma hevpeymaniya wan bi Sedir re jî dihat payîn û aramancên wan jî hevbeş bûn.

Ji ber ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dixwaze bi kevirekî du kêlan bixe erdê. A yekemîn derxistina Îranê ye û ya duyemîn jî derxistina partiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ye. YNK jî hewl dide kilîta serkirdayetiya Kurdistanê ya li Iraq û cîhanê kontrol bike. Piştî hevbendiya her sê hêzan (Partiya Demokrat a Kurdistanê, Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Serwerî) hevpeymaniya “Rizgarkirina Welat” ava kirin.

Armanca hevbeş a “Hevpeymaniya Rizgariyê” hişt ku eniyeke kurd, ereb, sunî û şîe bê avakirin. Armanca vê eniyê ew e ku serkêşiya Iraqê bikin. Lê tişta ku qewimî maseya li ser serê wan zivirî. Hêzên şîe yên girêdayî “çarçoveya hemahengiyê” bi hevalbendiya YNK’ê û hin blokên din ên parlemantoyê, planên hevpeymaniya “Rizgarkirina Welat” têk birin. Tevî ku parlemantoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomariyê sê caran li hev kom bûn jî dîsa bi ser neket. Ev yek ji bo koalîsyona “Rizgarkirina Welat” peyamek aşkera bû.

Çareserî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê, projeya xwerêveberiyê ango neteweya demokratîk derxist pêş. Piştî ku ev proje li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê bi ser ket, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê dengvedaneke berfireh çêbû. Îro em dibînin, tevî hemû êrîşên aborî, siyasî û leşkerî yên ku hem li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û hem jî li Şengalê rû didin, lê ev herdu herêmên ku xweseriya demokratîk lê hene niha li hemberî hemû êrîşan li ber xwe didin. Ji ber ku projeya rêveberiya xweser li Şengalê ye û Şengal jî bi xwe di nav qeyranên siyasî ku Iraq tê de derbas dibe de ye. Em dibînin ku Şengal ne wekî navçeyên Iraqê yên din ku tê de xetimandineke siyasî û alozî heye û pêdiviyên welatiyên xwe bi cih nayne. Berovajî navçeyên din Şengal pirsgirêkên xwe bi xwe çaresr dike.

Ji ber wê jî dibe ku hêzên siyasî yên Iraqê projeya rêveberiya xweser li berçav bigirin û li navçeyên din jî vê projeyê pêk bînin. Projeya rêveberiya xweser çareseriya herî guncav e. Ger ku ev proje pêk were dê her herêmeke Iraqê xwe bi rêxistin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Lê ji ber ku sîstema niha ya cîhanê li ser bingehê kapîtalîzmê û tasfiyekirina aliyên din hatiye avakirin, em dibînin ku herêmên Iraqê û piştî rûxandina rejîma Baasê di sala 2003’yan de, tu projeyeke serkeftî ji bo birêvebirina krîza Iraqê û pêkanîna pêwîstiyên gelê Iraqê nedît. Her aliyeke siyasî li Iraqê xwediyê hêzeke çekdarî ne ku her yek ji wan ji aliyê dewleteke biyanî ve tên piştgirîkirin. Welatên ereb ên sunî, Amerîka, Îran û Tirkiye piştevaniya çekdaran dikin.

Ji bo ku Iraq ji qeyrana heyî derkeve, divê hêzên îraqî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê alîkariya dîplomasiyê bikin û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê jî du modelên çareseriyê bigirin dest. Bi vî awayî li Iraqê bigihêjin çareseriyeke stratejîk. Ji ber ku rewşa heyî bi taybetî piştî parlamantoya Îraqê di rûniştinên xwe de serokkomar hilnebijart, Iraq kete nava rewşeke aloz û pir giran.

Encam

Gelek aliyên iraqî hevpeymaniya “Rizgarkirina Welat” weke parçebûna nav mala şîeyan û piştevaniya projeya Amerîka û Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn dibînin. Vê yek jî Îranê pir aciz kir. Derbeya Îranê ya dawî li ser Hewlêrê peyameke aşkera bû. Eger hêzên “Hevpeymaniya Rizgariyê” û aliyê din projeya siyasî ya Iraqê nepejrîne, bawer dikim ku krîza Iraqê dê zêdetir bibe. Ev jî tê wê wateyê ku xwepêşandan dê li seranserê Iraqê belav bibin. Wek ku di sala 2019’an de pêkhat û bû sedema rûxandina hikûmeta Adil Ebdulmehdî.