spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TEV-DEM: Bi Kongreya Neteweyî dê hevkariya PDK-dewleta tirk têk biçe

Di demên dawî de Tirkiye hewl dide bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê operasyonek fireh a leşkerî pêk bîne. Têkildarî hewldanên hevkariya PDK û Tirkiyeyê ya şerê li herêmê Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed ji ANF’ê re axivî. Ehmed diyar kir ku bi Kongreya Neteweyî wê hevkariya PDK-dewleta Tirk têk biçe û got: “Ruhê neteweyî yê bi kedeke mezin hate afirandin dê êrişên dewleta Tirk û propagandayên PDK-ENKS’ê bişikîne.”

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed Rûken Ehmed anî ziman ku êrişên dewleta tirk tu carî nesekinîn û wiha got: “Bi salane êrişî çiyayên Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê dike. Lê dewleta tirk bi taybetî dixwaze şerê Rûsya-Ûkraynayê ji xwe re bike firsendek û planên nû dike. Di nava amadekariya şer de ye. Bi vê firsendê re gava ku valahiyek dît wê careke din êriş bike. Di vê mijarê de hin agahî gihîştin me.”

‘Êrîş bi israr didomin’

Rûken Ehmed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê gelek caran hatin pûçkirin, bêencam hatin hiştin, lê belê êrişên li ser sivîlan bi israr dewam dikin û got: “Yekane tişta ku pêşî li konsepta êrişê ya dewleta tirk bigire rêxistiniya civakê û baweriya bi hêza xwe ye. Di vê mijarê de planên me hene. Têkçûna vê êrişê û ambargoyê, ji bo pûçkirina planênd ewleta tirk karên me yên civakî dewam dikin.”

‘ENKS li gorî daxwaza dijmin tev digere’

Hevseroka TEV-DEM’ê Ehmed, bal kişand ser propagandayên reşkirin û nebaşkirinê yên ENKS’ê û PDK’ê û wiha berdewam kir: “Rêxistiniyên mîna ENKS û PDK’ê tiştekî wan nemaye ku bide civakê. ENKS xwedî wê hêzê nîne ku bandorê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike, hêza xwe ya birêxistinkirina civakê nîne. Li gorî daxwazên dijminê gelê kurd tevdigere û bi vî rengî li nava gel propagandayê dike. Ji bo civakê bêbandor û bêîrade bike propagandayê dike. Bi dîtina me ji derve ve tê birêvebirin. Ji ber ku bingeheke ENKS’ê nîne ku karibe vê siyasetê bi tena serê xwe bike.

Divê gel rastiya PDK û ENSK’ê ya hevkariya dewleta tirk zanibe

Di asta herî bilind de hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin. Divê gelê me bi vê zanibe. Eger gelê me bi rastiya PDK û ENKS’ê zanibe, wê propaganda wan jî bêbandor be. ENSK ji bo Efrînê dibêje ‘Efrîn niha bihuşt e’. Li Efrînê rojane dest diavêjin jinan, jin têne revandin. Zarok li dibistanan bi fîşekên çeteyan tên kuştin. Ala dewleta tirk li dibistanên Efrînê hatiye daliqandin, li Efrînê dar têne birîn. Ku dera vê bihuşt e? ENKS propaganda çi dike? Bingehek nîne ku ev propaganda ENKS’ê bi ser bikeve, civak êdî jê bawer nake. Ji ber ku ENKS’ê û PDK’ê ji bo civakê tiştek nekirine. Eger civaka me xwe bi xurtî bi rêxistin bike wê propagandayên ENKS û PDK’ê jî pûç bibin.”

Li ser êrişên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê, Şengalê û bi taybetî jî Herêmên Parastinê yên Medyayê Rûken Ehmed ev nirxandin kir: “Êriş li ser Şengalê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Rojhilat, kîjan devera Kurdistanê dibe bila bibe em ê ti êrişê qebûl nekin û helwestê nîşan bidin. Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê zarokên Rojava, Başûr, Rojhilat, Şengalê ne. Yên ku em bi çar parçeyan parçe kirin îro jî êrişî van herêman dikin. Lewma weke gel û tevger, em ê van êrişan ti carî qebûl nekin. Bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê yê leheng, divê gelên Kurdistanê bi yekîtiya xwe vê konseptê têk bibin. Di vê mijarê de divê em bi biryar bin. Bi taybetî weke TEV-DEM’ê pêwîstiya me li Rojava bi avakirina Kongreya Neteweyî heye. Kongreya neteweyî wê ne tenê gelê Kurd biparêze, di heman demê de wê bibe çavkaniya sûdwergirtinê ji bo Rojhilata Navîn. Wê yekîtiya ereban, suryaniyan, çerkezan, Tirkmenan û hemû gelan çêbike. Bi vê kongreyê re em ê konsepta li ser Rojhilata Navîn têk bibin. Bi vî rengî em ê dawî li hevkariya PDK-dewleta Tirk bînin.”

‘TEV-DEM li dijî hevkarî û êrîşan tev digere’

Rûken Ehmed destnîşan kir ku weke TEV-DEM li dijî van êrişan ew bi tevgerên din re jî di nava têkiliyê de ne û got, “Ji bo nîşandana helwesteke hevpar em di nava danûstandinan de ne. Eger Şengal biçe wê Rojava jî biçe. Em hemû yek parçe ne, bandora xwe wê li ser her derê be. Serketina li Rojava wê bandorê li Şengalê jî bike. Sala 2014’an ne ji destwerdana gelê Rojava û gerîla ya li Şengalê bûya, wê komkujiyeke mezin bihata kirin. Zêdeyî 5 hezar jin ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Her kesî sînor ji ber xwe rakir û çû wê derê. Ciwanên Rojava sînor nas nekirin. Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrişan ketin nava liv û tevgerê. Dema ku êriş li ser Hewlêrê çêbûn, hêzên gerîla bi hawara wan ve çûn û Hewlêr parastin. Di êrişên li ser Mexmûrê de jî heman helwest hate nîşandan. Ya ku ev kir ruhê neteweyî ye. Ev ruh bi êrişên dewleta Tirk, bi propagandayên PDK-ENKS’ê nayê têkbirin. Di çeperekê de şer kirin û şehîd bûn. Nepêkane ev ruh bê têkbirin. Lewma êrişa li ser her cihekî em ê weke êrişa li ser Rojava bibînin.”

‘Êrîş li dijî tevahiya civakê tê kirin’

Rûken Ehmed bang li gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî li jinan kir û got: “Êriş li dijî tevahiya civakê tê kirin. Ji bo pêşîgirtina li vî şerî divê hem em yekîtiya giştî hem jî yekîtiya jinan çêbikin. Ji bo parastina destketiyên xwe divê em helwestê nîşan bidin.”