17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mizgîniya jiyana azad

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Gelê kurd ji ber bawerî û girêdana xwe ya bi axê û xwezayê, demsala biharê herdem wek mizgîniya kêyfxweşî û jiyana nû dîtiye. Ji ber ku xweza di vê demsalê de xwe ji nû ve ava dike, şîn dike û diafirîne, wek mizgîniya jiyana nû jî tê dîtin. Lewma di vê demsalê de bi nûbûna xwezayê ve jiyan jî xwe nû dike.
Ev nûbûna xwezayê ji bo berdewamkirina ekosîstema cîhanê jî wek pêdiviyeke girîng tê dîtin. Lewma hemû zindiyên li ser rûyê erdê dijîn di vê demsalê de para xwe ji vê nûbûna xwezayê werdigrin.

Ji aliyê din ve mirov dikare bêje di vê demsala biharê de xweza li himberî tahrîbatên ku bi destê mirovan li ser hatine çêkirin jî xwe ji nû ve ava dike û zîndî dike.
Lewma mirov dikare bêje ku ji gelek aliyan ve li cîhanê bi demsala biharê re jiyana nû tê avakirin. Bi vê enerjiya pozîtîf ve cîhan ji bo derdewamkirina pergala ekolojîk jî xwe nû dike.

Di vê demsala wisa bi xwedî nirx de carna mûcîze jî rûdidin ku di dîrokê de dibin xwedî guherîn û vegûherînên mezin. Ev enerjiya ku hêza xwe ji demsala biharê ya jiyana nû girtiye, ji bo xwe bigihîne azadiya xwe mîna şitla darê herdem ber bi rojê ve ango ber bi jiyanê ve serî hildide.

Ji bo bigihêje wateya jiyana azadi di nava dengeya sîstema eko de têkoşîneke dijwar tê meşandin. Di vê rêya de ji bo xwe bigihîne armanca xwe gelek êş û zahmetiyên mezin jî hene. Ev jî wek perçeyekî berdewamkirina vê pergalê tê pênasekirin.
Gelê kurd ji ber têkiliya xwe ya bi ax û xwezayê, herdem ji guhertinên bi nûbûna xwezayê re derdikevin holê bawer kiriye. Ev guhertin ji bo xwe weke çavkaniya jiyana nû dîtiye û li gor wê tevgeriyaye.

Di demsala biharê meha nîsanê de rojbûna Rêber Apo ji ber vê wateyê ji bo gelê kurd girîng e. Rêberê ku di vê demsalê de çavê xwe li welatekî di bin dagirkeriya neyaran de ji jiyana nû re vekir ji bo gelên bindest jî bû hêviya jiyana azad.
Bi mezinbûna wî re enerjiya pozîtîf a ku çavkaniya xwe ji nûbûna ruhê biharê digre di dilê wî de veguherî hêza têkoşînê. Ji bo gelê ku mîna axa ziha muxtacî dilopeke avê bigihîne azadiyê têkoşiya. Ronahiya agirê dilê wî îro rê nîşanî milyonan kesî dide. Ji ber vê yekê li çar aliyên Kurdistanê di vê demsala pîroz û geş de li roja ku Rêber Apo çavê xwe ji jiyanê re vekiriye xwedî derdikeve.

Bi hêviya jiyana azad ku bi ruhê biharê dinyayê hêşîn û geş dike gelê kurd li hebûna xwe xwedî derdikeve. Lewma 4’ê Nîsanê ji rojbûnek klasîk wêdetir rojbûna gelekî ye, rojbûna jiyana azad e. Bi vê hest û baweriyê gelê kurd û dostên xwe yên baweriya wan bi jiyaneke azad û wek hev hene îro li ser rêya Rêber Apo ya ku çavkaniya xwe ji nubûna biharê digre dimeşin.

Bi têkoşîna hevpar û girseyî di bin Rêbertiya Rêber Apo de çawa ku xweza her sal di demsala biharê de xwe nû dike, wê gelên cîhanê jî xwe ji nû ve ava bikin û bigihînin azadiya hemdem.