5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd û dostên kurdan li çar aliyê cîhanê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Li gelek navendan 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bernameyên rengîn û coş hat pîrozkirin. Li Qamişlo, Heleb, Minbiç, Şengal, Îvanova, Tambov, Lînz, Grosseto, Şehba û gelek navendên din gel li qadan 4’ê Nîsanê pîroz kir û diyar kirin ku Rojbûna Ocalan rojbûna gelê kurd e.

Qamişlo

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Cizîrê bi slogana “Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e” çalakî li dar xist. Ji gelên ereb, kurd û siryan bi sedan kes ji bo pîrozbahiyê kom bûn. Endamên saziyên leşkerî û sivîl jî di nav de nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Koma Zîlan, Koma Tolhildan, Koma Stêra Zêrîn, Koma Botan û hunermend Baran Dilbihar jî wê di pîrozbahiyê de bistrên.

Îvanova

Kurdên li bajarê Îvanovayê jî 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin. Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn li ser wateya rojê hestên xwe anîn ziman. Qisekeran diyar kirin ku bêyî Ocalan kesî qala hebûna gelê kurd nedikir û wiha gotin: “Çavkaniya têkoşîna kurdan fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e. Sala 2022’yan dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.

Tambov

Kurdên li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambovê, li hev civiyan û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Gelek zarok û ciwan di pîrozbahiyê de amade bûn. Zarokên kurd helbestên ku li ser Ocalan nivîsandîbûn xwendin. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.

Lînz

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, bi heman armancê gel li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 4’ê Nîsanê pîroz kir. Di pîrozbahiya ku nêzî 500 kes amade bûn de girseyê dirûşmeyên ku azadiya Abdullah Ocalan dixwazin berz kirin. Peyamama KCK’ê hat xwendin û sînevîzyona ji dîmenên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê hate nîşandan. Di pîrozbahiyê de Koma Dem, Seher Saran, Hozan Kamber, Kawa Ûrmiye û Seyda Perînçek derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Grosseto

Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê jî bi pêşengiya Komîteya Kurd pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de hat gotin ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelê kurd û gelên bindest e. Di çalakiyê de tecrîd hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan a fizîkî hat kirin.

Şengal

Bi pêşngiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 4’ê Nîsanê Rojbûna Ocalan li Geliyê Kersê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de banga bilindkirina tekoşînê ji bo Azadiya Ocalan hate kirin. TAJÊ bi dirûşmeya “Dem dema Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo ye” li Baxçê Serok Apo ê li Geliyê Kersê yê çiyayê Şengalê, rojbûna Ocalan bi şahiyeka girseyî pîroz kir. Gel qada şahiyê bi wêneyê Ocalan û alên kesk û sor zer neqişandin. Şênî bi cil û bergên xwe yên resen tev li pîrozbahiyê bûn. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Sebîha Sebrî axivî û 4’ê Nîsanê li Ocalan û hemû mirovahiyê pîroz kir. Piştre endamên YJŞ û YBŞ’ê û koma Şehîd Hecî derketin ser dikê û govend gerandin. Koma şehîd Amargî jî stranan pêşkêşkirin.

Minbiç

Bi heman armancê navenda Çand û Huner a bajarê Minbic û gundewarên wê mîhrîcana yekemîn a zarokê azad bi dirûşmeya “Bi zarokatiya xwe ez îro geş dikim û pêşerojê bi rêve dibim” li navenda Komîteya Çand û Hunerê  a rojavayê bajar, li dar xist. Nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, saziyên jin û bi dehan şêniyên bajar beşdarî mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de cîgira hevserokatiya Komîteya Çand û Huner Mûnîra Gulzî anî ziman ku ev roj rojbûna rêber, ronakbîr û fêlozof Abdullah Ocalan e.”

Piştî axaftinan koma zarokan a Çand û Hunerê stranek pêşkêş kir, komên ji Kobanê jî dîlanên folklorî yên kurdî pêşkêş kir û stranek got. Koma ji Minbicê jî şanoyek pêşkêş kir. Koma dîlanên çerkesî dîlan pêşkêş kir, Yekitiya Werzîşê beşek ji werzîşa taykwando pêşkêş kir û paşê stran û şano hatin pêşkêşkirin.

Li aliyekî din jî Komîteya Ji Rêbertî re Azadî ya Minbicê pêngava çandina daran li qada nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd da organize kir. Endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî û saziyên jin li Minbicê beşdarê  pêngavê bûn. Paşê 598 dar hatin çandin.

Heleb

Bi heman boneyê Kongra Star a Helebê bi amadebûna bi sedan şêniyan şahiyek lidar xist. Şahî li goristana Şehîdên Berxwedana  Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şeqîf pêk hat.

Di şahiyê de nûnerên YPJ, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hindirîn, saziyên civaka sivîl û bi sedan welatî amade bûn. Li qadê wêneyên Ocalan, alên PKK û sembol hatin vekirin. Paşê komên hunerî yên girêdayî navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê hunerên xwe pêşkêş kirin. Koma Şehîd Serhed jî dîlanên folklorî pêşkêş kir, hunermend Ehmed Xanê û Sîpan Xelat her wiha komên Çiyayê Hawar, Agirî û Şehîd Vajîn stran gotin. Şahî bi gernadina govendê bi dawî bû.

Di heman demê de endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û şêniyan şitlên darên zeytûn û fêkiyan li parka Zarokên Şehîdên Efrînê çandin.

Şehba

Meclisa Kampa Veger a li navçeya Şêrawa bi heman armancê li kampê parka bi navê Rêber Ocalan vekir. Şêniyên Efrînê bi dirûşmeya “Bi ruhê 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn” li park, kamp û cihên giştî dar çandin.  Meclisa Kampa Veger a li kampê “Baxçeyê Rêber Ocalan” vekir. Dayika şehîd Ciwan Efrîn Mewlîde Mistefa şerîta derî birî û piştre şêniyan dest bi çandina daran kir. Li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê, Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn, Kampa Efrîn a li navçeya Ehdas û li kampa Şehbayê ya li navçeya Şêrawa bi sedan dar hatin çandin. Şêniyên navçeya Til Rifet, Ehdas, Fafînê û bajarokê Babinis û gundên wê jî li deverên giştî dar çandin.