8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgera Grassroots Liberation ji Ocalan re azadî xwest

Li Kenya û Strasbourgê bi minasebeta 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Pêşengê Tevgera Grassroots Liberationê li Kenyayê şitlên daran çandin û azadiya Ocalan xwestin. Li Fransayê jî ciwanan li pêş CPT’ê çalakî li dar xistin.

Strasbourg

Bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ciwanên kurd li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya li Strasboûrg a Fransayê çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de posterên Ocalan vekirin û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Di çalakiyê de ciwanan bêdengiya CPT’yê ya li dijî tecrîdê protesto kirin û azadiya Ocalan xwestin.

Naîrobî

Pêşengê Tevgera Grassroots Liberation, li Paytextê Kenya Naîrobiyê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Lêkolîner Dr. Jeff Miley jî ji Brîtanyayê çû Kenyayê û tevî nûnerên Tevgera Grassroots Liberationê Rojbûna Ocalan pîroz kir. Dr. Thomas Jeff Miley, rojbûna Ocalan piroz kir û wiha got: “4’ê Nîsanê bi Abdullah Ocalan bû xwedî wate. Rêveberiya dewletê nabe ku bibe rêveberiyek demokratîk. Ji ber ku demokrasî hêza ku gel xwe bi xwe bi rêve bibe ye.

Berdevkê Tevgera Grassroots Liberation Gacheke Gachihi jî got: “Em hema niha ji Ocalan re azadiyê dixwazin. Ji bo Kenya û Afrikayê jî aştî hema niha.”

Nûnerên tevgerê bi wesîleya rojbûna Ocalan şitlê daran çandin û tabloya/grafîta ku daxwazên azadiyê tînin ziman xêz kirin.