7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên meşiyan Amarayê rojbûna Ocalan pîroz kirin

Tevî hemû astengkirinên polîs û leşkeran bi hezaran kesan, ji çar aliyê welat berê xwe dan Amarayê û 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Ji Botanê heta Serhed û Amedê, bi sedan kesan ligel hemû astengiyan jî di navbera Bêrecuk-Xelfetiyê civîyan û govendê gerandin. Girseyê dirûşm berz kirin. Welatiyên ku ji herêma Çukurovayê hatin û rê li ber hatiye girtin jî li cihê neftê pîrozbahî li dar xistin. Tevî ku welatî bi rojî bûn jî, 6 saetan bênavber bi coşeke mezin pîrozbahî li dar xistin. Bi taybet jî jinên di nava komê de bi coşeke mezin govend gerandin, lîlandin dirûşman azadiya Ocalan qîriyan.

Jinên ji herêma Çukurovayê hatin û li Xalfetiyê rastî astengiyan hatin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.

Ji koma ku ji Çukurovayê hatine Meryem Acar bertek nîşanî astengiyan da û wiha got: “Tu kesek nikare pîrozbahiya 4’ê Nîsanê asteng bike. Astengkirin hebin jî nebin jî em li vir in. Me li vir pîroz kir. Heta Ocalan azad nebe, em jî nikarin azad bibin.”

Ji welatiyan Kumrî Oztaş jî anî ziman ku bi salan e dewlet nahêle parêzerên Ocalan bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û wiha domand: “Ev nêzî saleke malbata wî jî tu agahiyan jê nagire. Weke gel, em jî tu agahiyan jê nagirin. Em nizanin bê ka rewşa wî çawa ye. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ji bo vê jî ya ji destê me tê em ê bikin. Divê kurd di navbera xwe de yek bin.”

‘Divê Ocalan azad bibe’

Yek ji jinên ku digot kesek nikare pîrozbahiyan asteng bike jî Sakîne Toprak bû. Toprak, diyar kir ku ew zilmê şermezar dikin û wiha pê de çû: “Serokê me ev 23 sal in di tecrîdê de ye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Daxwaza me aştî, biratî û yekitî ye. Heta Ocalan azad nebe, tu kes ji me nikare azad bibe. Em azadiya wî dixwazin.”

Hediye Sag jî got ku ew aştî, biratî û azadiya Ocalan dixwazin û bi vê munasebetê hatine Xelfetiyê.