18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ukraynayê ji çar eniyan ve şerê dijwar didome

Îro xelkên bajarên Odîsa û Xîresonê bi dengê teqînên dijwar şiyar bûn. Li gorî daxuyaniyên wezareta Parastinê ya Ingilîstanê li bajarê Marîpolê jî şer dijwar e û hewldanên artêşa Rûsyayê yên desteserkirina bajêr berdewam dikin. Li gorî agahiyên heman çavkaniyê Rûsyayê leşkerên bi pereyan ên Fagnerê jî anîne wê herêmê.

Ji aliyekî din ve artêşa Rûsyayê diyar kir ku wan 6 balafirên bê mirov ên Ukraynayê xistine û 14 tesîsên leşkerî rûxandine.

Cîgira Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Hana Malyar jî anî ziman ku vekişandinên artêşa Rûsyayê taktîkî ne û ew tenê wan leşkeran vediguherînin cihên din û şerê li dijî Ukraynayê berdewam dike. Hana Malyar di berewama axaftina xwe de wiha got: ”Armanca Rûsyayê ji van veguhestinên leşkeran ew e ku bajarên Odîsa, Marîpol û Xarkievê desteser bike.

Ji aliyekî din ve li gorî ajansên Ukraynayê li nêzî bajarê Kievê piştî ku artêşa Ukraynayê ew dever ji destê artêşa Rûsyayê derxistiye rastî komkujiyekê hatine û wan cenazeyê 410 sivîlan li wan deverên rizgarkirî dîtine.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Ukraynayê leşkerên Rûsyayê li bajarê Butçayê yê rojavayê Kievê beriya vekişîna xwe ji bajêr komkujî kirine.  Li gorî agahiyên saziyên Ukraynayê yên alîkariyê cenazeyê 57 kesan di goreke komî de hatine dîtin.

Rûsyayê jî der barê van idîayan de got ku ew tev derew in û tiştekî wiha çênebûye. Dîmenên ku li wî bajarî hatibûn kişandin û wekî komkujiyê hatibû binavkirin, ji alî Rûsyayê ve hatibûn redkirin û wekî ‘fîlmekî çêkirî yê ecemî’ binav kiribû.