5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li Kobanê, Cizîr û Tebqayê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Li gelek navendên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gel li hev kom bûn û 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bernameyan pîroz kir.

Cizîr  

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Cizîrê bi munasebeta 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Dem dema azadiya Ocalan e” li Stadyûma 12’ê adarê pîrozbahî li dar xist. Bi sedan pêkhateyên herêma Cizîrê yên kurd, ereb û suryan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdarî şahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de li gel bi hezaran welatiyên ereb, kurd û suryan ên ji Herêma Cizîrê û nûnêrên saziyên leşkerî û sivîl 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn li ber stranan govend gerandin.

Kobanê

Li gundê El Pepûr ê Kobanê ku Ocalan yekemîn car derbasî wî gundî bûbû jî bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bûn. Gel bi coşek mezin 4’ê Nîsanê pîroz kir.

Tebqa

Bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê û Komîteya Çand û Hunerê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist. Malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, partiyên siyasî û meclisên leşkerî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulhekîm El-Elî 4′ ê Nîsanê li Ocalan û tevahî gelên herêmê pîroz kir û got: “Rojbûna rêbertî rojbûna azadxwazan e.

Piştî axaftinan, koma Tebqa şanoyek pêşkêş kir, koma Efrîn jî starn û koma dîlanên folklorî yên kurdî û koma Duret El-Furat a dîlanên hunerên xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî dan zarokan.