3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên rêxistinan li Xelfetiyê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED’ê (MED TUHAD-FED) û bi tevlibûna Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîrozbahî hat lidaraxistin.

Welatiyên ku westin duh êvarê beşdarî pîrozbahiyê bibin, tevî hemû astengiyan jî li navbera Xelfetî-Bêrecukê gihiştin hev. Komên ku li ser rêya Amarayê gihiştin hev, dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin û govend gerandin. Hejmara welatiyan saet bi saet zêdetir bû. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenter jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyên ku ji çar hêlên welêt li ketina Xelfetiyê kom bûyîn, xwestin ber bi Amarayê ve bimeşin. Lê rêya girseyê ji hêla wesayîtên zirxî, TOMA û bi sedan polîsan ve hate girtin. Polîsan biryara qedexeyê ya walîtiyê weke hincet nîşan da û diyar kirin ku dê destûra meşê nedin. Girseyê jî bi dirûşma “Em ê dinyayeke bê Ocalan bi serê we de hilweşînin” bersiv dan polîsan.

Girseya ku bertek nîşanî astengiyan dan, li ketina gîşeyan rê pîrozbahî li dar xistin. Welatiyan stran gotin, dirûşme berz kirin, govend gerandin û herî dawî jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk anî ziman ku 4’ê Nîsanê rojbûyîna kurdan e û wiha got: “Rêber Ocalan di axaftineke xwe ya 2014’an de wiha dibêje; ‘Ev ne rojbûna şexsekî ye. Lê rojbûna gelekî ye.’ Lewma jî gelê kurd rojbûna xwe pîroz dike. Me jî bi vê mebestê xwest em biçin Amarayê. Lê polîs û leşker ji çar aliyan ve em dorpêç kirin. Em li vir dîsa dibêjin; gelê kurd di roja 4’ê Nîsanê de ji polîtîkaya koledarî, tepisandin û pişaftinê rizgar bûn. Em jî bi vê wesîleyê 4’ê Nîsanê weke rojbûyîna gelê kurd qebûl dikin.”

Ozturk destnîşan kir ku di 4’ê Nîsanê de hebûna gelê kurd careke din li erdnîgariya Kurdistanê aj da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd di vê rojê de dîsa hate dinyayê. Lewma rojeke dîrokî û pîroz e. Em dixwazin li dijî van êrişan vê bibêjin; hûn jî koleyên zîhniyeta xwe ya yekperest in. Ji bo ku hûn jî ji wê zîhniyeta xwe rizgar bibin, birêz Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Îmraliyê bi fikr û sekna xwe li ber xwe dide. Hûn jî dê rojekê ji bo demokrasî û azadiyê 4’ê Nîsanê pîroz bikin. Bi hêviya ku em 4’ê Nîsanê di rojên azad de pîroz bikin.”

Piştî daxuyaniyê jî welatiyan govend gerand û pîrozbahî bi dirûşman bi dawî kirin