4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hacî Mesîfî yê YNK’yî: Me kuştina kurdan li xwe heram kiriye

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Hacî Mesîfî siyaseta PDK’ê rexne kir û wiha got: “Bi her awayî em li dijî şerê kurd û kurd in. Me kuştina kurdan li xwe heram kiriye. Tişta baş ewe ku em di nava xwe de serî li diyalogê bidin. Ne ji bo anîna nava xaka Herêma Kurdistanê destê hêzekî welatên derve bigirin.”

Mesîfî têkildarî lihevkirina PDK’ê ya li gel Sedir û Sunneyan, hewldanên dewleta tirk ên ji bo di nava kurdan de şerê kurd bi kurd derbixe û piştgiriya PDK’ê ya ji bo dewleta tirk û helwesta YNK’ê li Rojnews’ê re axivî. Mesîfî der barê lihevkirina PDK’ê ya li gel Tevgera Sedir û Sunneyan got: “Lihevkirina PDK’ê ya li gel Sedir û Sunneyan bi tu awayî ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd e. Pêwîst bû serokê PDK’ê li gel aliyên kurd lihev kiribûya. Ev lihevkirina PDK’ê ya li gel aliyên din ên Iraqî wê ji bo kurdan tiştekê neyine.

Mesîfî hewldanên PDK’ê yên ji bo şerkirina li dijî gerîla jî rexne kir û wiha got: “Şerê kurd û kurd dê encamên xerab bi xwe re bîne. Ji ber ku kurd nebûne yek heta niha encam bi dest nexistine. Ji ber vê yekê nebûne welatek serbixwe.

Mesîfî helwesta YNK’ê ya li ser şerê kurd û kurd jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Em bi her awayî li dijî şerkirina kurd û kurd în. Me şerê kurd û kurd û kuştina kurdan li xwe heram kiriye.”