17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Tugluk û kampanya imzeyan

Komek nûnerên rêxistinên jinan ên biyanî ji bo berdana siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û girtiyên nexweş kampanya imzeyan dan destpêkirin.

Seroka Yekitiya Jinên Afrîkayê Besma Hemdî bi vîdeoyekê banga piştgiriya kampanyaya ji bo serbestberdana girtiyên siyasî ên nexweş kir. Hemdî anî ziman ku bi taybetî ji bo piştgiriya Aysel Tugluk vîdeo parve dike û wiha got: “Ez vê vîdeoyê bi taybetî ji bo piştgiriya siyasetmedara kurd Aysel Tugluk belav dikim. Bang li hemû rêxistinên jinan dikim ku ew jî bi vî rengî dîmenên xwe tomar bikin û daxwaza serbestberdana vê girtiya siyasî û hemû girtiyên nexweş ên ku di zindanên Tirkiyeyê de ne.”

Ji aliyekî din ve bi heman armancê li ser malpera Change. Org kampanyeke imzeyan hatiye destpêkirin. Di kampanyaya ku bi zimanê erebî hatiye amadekirin de balê dikişînin ser rewşa girtiyên siyasî ên di zindanên Tirkiyeyê de û banga ji bo serbestberdana girtiyên nexweş û dermankirina wan dikin.

Nûnerên rêxistinên jinan di kampanyayê de balê dikişînin ser rewşa girtiyên siyasî yên nexweş û dixwazin girtî serbest bên berdan. Li girtîgehên Tirkiyeyê Hezar û 605 girtiyên nexweş girtî ne. Ji wan zêdeyî 604 girtiyên nexweş rewşa wan giran de.

Kesên ku dixwazin tev li vê kampanyayê bibin, dikarin linkê bitikînin û imzeya xwe lê zêde bikin.

https://www.change.org/p/%D8%A7%D8%B7%D9%84%D9%82%D9%88-%D8%B3%D8%B1%D8%A7%D8%AD-%D8%A7%D9%8A%D8%B3%D9%84-%D8%AA%D9%88%D8%BA%D9%84%D9%88%D9%83-%D9%85%D9%86-%D8%B3%D8%AC%D9%88%D9%86-%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A7?recruiter=17135763&utm_source=share_petition&utm_campaign=share_for_starters_page&utm_medium=whatsapp&utm_content=washarecopy_32888051_en-US%3A0&recruited_by_id=13362530-e6dc-012f-a48c-40401fa5e37a