7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Av. Vurgun: Dewlet jinan tîne hemberî hev

Polîsan di 16-17’ê adarê de li Amedê 24 jinên ku nûnerên sendîka komele û partiyên siyasî ne piştî serdegirtina malan binçav kiribûn. Dadgehê ji 24 jinan 11 jin girtin û şandin dadgeha Amedê. Di 18’ê adarê de 15 jin sewqî edliyê hatin kiribûn. Ji 15 jinan 7 kes hatin girtin. Hevseroka HDP’ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê Emine Kaya, Sakine Karadeniz, Fatma Kalmaz, Jale Okkan, Esma Efeturk girtin û şandin Girtîgeha Amedê.

Di 20’ê adarê de jî Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê ya Amedê Fatma Yildizhan, Sekretera Jinan a Şaxa BTS’ê ya Amedê Bagar Ulug, aktîvîstên TJA’yê Zekiye Guler, Bîrsen Guneş, Safiye Akdag, Evîn Yelboga, Emîne Akşahîn, Emîne Çetîner, Kezîban Kuday û Songul Kapanci derxistin edliyeyê. 10 jinên ku li dozgeriyê îfade dan, sewqî dadgeriyê hatin kirin. Dadgeriyê jî piştî darizandinê der barê Fîlîz Buluttekîn, Bahar Ulug, Fatma Yildizhan û Songul Kapanci de biryara girtinê da. Dadgehê bi îdeaya  “Li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “Propaganda rêxistinê kirine” bi giştî der barê 11 jinan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê. 13 jin ji serbest hatin berdan.

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ozum Vurgun, têkildarî pêvajoya binçavkirina jinan û polîtîkaya dewletê ya li dijî jinan çavdêriyên xwe parve kir. Prz. Vurgun, diyar kir ku jinên hatin binçavkirin, ji ber beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê û çalakiyên Peymana Stenbolê bûne hatin binçavkirin û wiha got: “Hinek ji wan ji ber beşdarî çalakiyê Nobeda Edaletê bûne û piştgirî dane malbatan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hemû rêveberên sazî, partî û komeleyan in. Di navde nûnerên HDP, DBP; SES, Rosa, KESK’ê hene. Hemû nûnerên rêxistinên sivîl in.”

‘Zêde beşdariya çalakiyan kir hincet’

Prz. Ozum Vurgun, da zanîn ku dadgehê bi hinceta zêde beşdarî çalakiyan bûne 11 jin girtin û wiha axivî: “Dadgehê zêde beşdariya çalakiyan kir hinceta girtinan jinan. 11 jin bi hinceta zêde beşdarî çalakiyan bûne girtin.  Heta 24 saetan der barê jinên hatin binçavkirin de, sînorkirina hevdîtina parêzeran hebû. Niha jî der barê dosyayên wan de biryara veşartî heye. Em nikarin li naveroka dosyayên wan binerin. Agahiyên me bi dest xistin jî piştî îfadeyan em fêr bûn.”

‘Dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixin’

Hevseroka OHD’ê Prz. Ozum Vurgun, bal kişand ser ferazeda dewletê ya li dijî jinên birêxistinkirî û wiha berdewam kir: “Bi armanca jinan ji qada siyasî û rêxistinî dûr bixin, li dijî jinan operasyonan pêş dixin. Ji bo jinan ji qadên rêxistinî dûr bixin wan digirin. Bi vê armancê der barê wan de dosyayan vedikin. Dema me li pêvajoya binçavkirina jinan nerî, me dît ku îşkence û muameleya xerab li wan hatiye kirine. Di bin çavan de xwarina nebaş dan wan. Jinên hatin binçavkirin ji ber xwarinê te berşoşî bûn. Ev nîşan dide ku xwarina xerabe daye wan. Pêdiviyên jinan ên tuwaletê asteng kirin. Ev  li dijî rûmeta mirovahiyê û mafê jiyanê ye. Mirovek bê binçavkirin ango bê girtin xwedî mafê jiyanê û mafê tenduristiyê û mafê perwerdehiyê ye.”

‘Me dît ku wekî dijmin nêzî jinan dibin’

Prz. Vural, bal kişand ser helwesta polîsên jin û wiha got: “Me li nezaretxaneyê dît ku polîsên jin bi taybetî çawa bi hiqûqa dijminantiyê nêzî jinên siyasî dibin. Nêzîkatiya polîsan a li dijî jinên di bin çavan de nîşanî me dide ku dixwazin hemû kes bên girtin. Dixwazin bi hemû kesên di bin çavan de bikin qerîn. Min di 25’ê mijdarê de jî û 8’ê Adarê de jî dît ku bi taybetî polîsên jin bi awayekî dijminantî nêzî jinên rêxistinkirî û siyasî dibin. Ez bi dehan caran bûm şahidê  vê yekê.”

‘Dewlet bi taybet jinan tîne beramberî hev’

Prz. Ozum Vurgun herî dawî li ser nêzîkatiya dewletê ya li dijî jinan jî rawestiya û wiha axivî: “Operasyona herî dawî bi destê dozgerek jin pêk hat. Me dît ku ev ne tesaduf e. Berê jî heman tişt pêk hatibû. Em dibînin ku dewlet dixwaze jinan bîne hemberî hev. Dixwaze jinan bi destê jinan ceza bike. Di van operasyonan de jinan tîne hemberî hev. Dewlet bi zanebûn dixwaze jinan bîne hemberî hev û li gorî aqilê xwe dersê bide herduyan.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê