18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê  rapora adarê eşkere kir

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafan a rojnamevanan a meha adarê li salona DFG’ê bi civîna çapemeniyê eşkere kir. Di civîne de Hevserokên DFG’ê Dîcle Muftuoglu û Serdar Altan û Derhêner Ensar Ozdemîr amade bûn. DFG, di rapora “Rojnamevaniya di Nav Çar Dîwarên de” rastiya Tirkiyeyê aşkere kir. DFG, di raporê de pirsên “Çima hatine girtin?” û “Pirsgirêkên ku di zîndanan de dijîn çine?” dibersivîne.

Di civînê de ewil Hevserokê DFG’ê Serdar Altan bal kişand ser  zilm û zora li ser rojnamevanan û wiha got: “Bi taybetî sazî û dezgehên çapameniye xebateke bêhempa dimeşînin. Em jî wekd DFG’ê  3 sal in her meh der barê binpêkirina mafên rojnamevanan de raporan eşkere dikin. Di vê raporê de ji sala 2016’an heta niha li Tirkiyeyê ji aliyê ramanê de çi pirsgirêk hatibê jijîn dinivîsîne.”

Derhêner Ensar Ozdemîr jî anî ziman ku belgefilma wan xebatek kolektif e û spasiya xwe ji kedkarên belgefilmê re anî ziman.

Piştî axaftinan Belgefilma ku Derhêner Ensar Ozdemîr amade kiriye hat nîşandan. Derhêner Ensar Ozdemir di belgefima “Rojnamevaniya di Tûnela Tirsê de” binpêkirina mafên rojnamevanan ku li welêt dijîn anî ziman. Di belgefîlmê de astengîyên der barê nêrîn û ramanê de, împaratoriya tirsa ku hatiye avakirin û pirsgirêkên ku rojnamevan dijîn hat nîşandan. Di belgefîlma de rojnameger Can Dundar, Celal Baslangic, Dîcle Muftuoglu û Cemîl Ugur axivîn.

Di belgefilmê Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, diyar dike ku li Kurdistanê her tim tundî heye. Muftuoglu, di belgefilmê de tîne ziman ku rojnamevan gava ku wê tundiye tînin ziman li ser wan jî tundîyek hişk tê nîşandan û li Kurdistanê rastiya rojnamevanên hatine kuştin heye.

Heqîqat tê astenkirin

Di belgefilma hat nîşandan de Cemîl Ugur jî wiha dibêje: “Tirkiye naxwaze heqîqet bê dîtin. Li Wanê 2 kes ji helîkoptere avêtin. Diviya bû kesên mirov ji helîkopterê avêtine bihata cezakirin. Lê îqtîdarê li şûna wan em ceza kirin.”

‘Bakurê Kurdistanê laboratûar e”

Di belgefilmê de Rojnamevan Celal Başlangiç jî bakurê Kurdistanê wek qada  laboratûarê pênase dike û wiha dibêje: “Heta ku gelê Tirkiyeyê vî tiştî ferq neke dê gelek maf bên binpêkirin.”

Di belgefilmê de Rojnamevan Can Dundar jî balê dikişîne ser polîtîkayên Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û wiha tîne ziman: “Erdogan tenê medya nexist bin zevtan. Medya kirî ye. Medyaya alternatîf jî wek terorîzmê pênase dike. Kesên li dijî van kiryaran li ber xwe dide ji ceza dike.”

DFG’ê di beşa 1’emîn a raporê de cih da rewşa çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û ev agahî parve kirin: “Piştî rewşa awarte ya 20’ê tîrmeha sala 2016’an hat ragihandin 12 biryarnameyên bi hikmê qanûnan (KHK) hatin derxistin. Bi van 12 biryarnameyan, bi biryarnameyên bi hikmê qanûnan ên bi hejmar 668, 675 û 677an  bi tevahî 177 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Ji ber girtina 121 saziyên medyayê yên cimaetê û derûdora kurdan nêzîkî 2 hezar û 500 rojnamevan û xebatkarên medyayê man betal. 5 ajansên nûçeyan, 16 televizyon, 24 radyo, 62 rojname, 19 kovar tev tevî hev 155 saziyên medyayî bi biryarnameyên bi hikmê qanûnan hatin girtin.

12 televizyon û 10 radyo jî di çarçoveya bendê çaran ê xala duyemîn a biryarnameya bi hikmê qanûnan a bi hejmar 668 hatin girtin.

Ji saziyên weşandinê 9 jê bi biryarnameya bi hikmê qanûnan ê bi hejmar 665, dudu jî bi biryarnameya bi hikmê qanûnan a bi hejmar 668 hatin girtin bi biryara komîsyona ku hat ava kirin cardin hatin vekirin. Sansor û asteng kirina weşanê hema bibêje bûyî tiştekî asayî. Bi sedan sîteyên înternetê ji ber navirokên diweşînin rû bi rûyê sansor û girtinê dibin. Bi hezaran hesabên medyaya civakî, ji ber zextên berpêyî saziyên eleqedar dihên girtin û sansor kirin. Bi sedan kesên li ser hesabê xwe yê medyaya civakî tişt par dikin duçarê lêpirsîn, doz û ceza kirinan dibin. Bi qanûnê dawîntirîn ê hat derxistin şertê hebûna nûnêr li Tirkiyeyê hat anîn ji bo saziyê medyaya civakî û li yên bi vê yekê nakin cezayê pere yê pirekî pir tê birîn.

Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (DBRT),   li ser serê saziyên medyayê mîna ‘’Şûrê Demokles’’ e. Bi zext û pêkûtiyên bi rêya DBRT’ê hewlê didin dengê ku saziyên medyaya mixelef ên bi hewldana operasyonî ya desthilatê qewî nemane, bibirin. Bi Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê û hunera Saziya Ragihandina Çapemeniyê (SGÇ) ku sansorkera sereke ya çapemeniya nivîskî ye cezayê pereyî li rojnameyan tê birîn, rojnameyên ku wek medyaya desthilatê tevnagerin hewlê didin ku bi aboriyê bêbandor bikin.”

DFG’ê di berdewama raporê de bal kişand zextên sala 2021’an û ev agahî parve kir: “Sala 2021’î jî bi nehuqûqiyên ji serê rapora xwe heta bi niha em behs dikin buhurî. Rojeke bê zext û pêkûtî nîn bû. Binçav kirin û girtin berdewam bûn. Êrîş, gef, asteng kirin û sansor berdewam bûn. Bi xêra vê raporê em dibînin ku di nav 180 welatan de Tirkiye di rêza 153’yan de ye û çiqas ji azadiya çapemeniyê bi dûr ketiye. Her wiha daneyên îstatîstîkî yên sala 2021’î ku di pêvekê de ne, zext û pêkûtiya berpêyî çapemeniyê û binpêkirina mafê rojnamevanan çiqas pir e cardin nîşanê mirov dide.

Li gorî raporê di sala 2021’an de 55 rojnamevan bi êrîşan re  rû bi rû man. 2 saziyên weşanê bi êrîşan re rû bi rû man. Di heman salê de 2 rojnamevan hatin kuştin, bi ser malên 9 rojnamevanaın de girtin. 61 rojnamevan hatin girtin. Li 6 rojnamevanan îşkence hat kirin. 23 rojnamevan jî bi muameleyên xerab re rû bi rû man. Li 11 rojnamevanan gef hat xwarin û sîxurî li wan ferz kirin. Di 103 bûyeran de rojnamevên ku nûçe dipopandin hatin astengkirin. 17 rojnamegerên girtî mafên wan hatin binpêkirin.

Li gorî raporê heta meha sibata 2022’yan, 65 kedkarên çapemeniyê ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin.

 Li gorî raporê rojnamevanên girtî wiha ne:

  1. Ahmet Metîn Sekîzkardeş – Rojnameya Zaman
  2. Abdulkadir Tûray – Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan Dîcle
  3. Ahmet Ûzan – Gerînendeyê Nûçeyan ê Rojnameya Sabah Egeli
  4. Alaattîn Akkaşoğlu – Xwediyê Rojnameya Akis
  5. Alî Ahmet Boken – Koordînatorê TRT Haberê
  6. Alî Aşîkar – Rojnameya AzadiyaWelat
  7. Alî Unal – Nivîskarê Quncikan ê Rojnameya Zamanê
  8. Ayşenûr Parildak – Rojnameya Zamanê
  9. Aytekîn Gezîcî – Rojnamevan- Nivîskar
  10. Baran Karadag – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat
  11. Beytûllah Ozdemîr –Nûnerê Rojnameya Zamanê yê Düzceyê
  12. Cengîz Dogan – Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Mavi ve Kent
  13. Cîhan Acar – Nûçegihanê Rojnameya Bugunê
  14. Çetîn Çîftçî – Nûçegihanê Rojnameya Bugünê ye Parlamentoyê
  15. Devrîm Ayik – Xebatkarê kovara Ozgür Halk’ê
  16. Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsînê yê Kovara Yürüyüşê
  17. Ercan Gun – Midûrê Nûçeyan ê Fox TV’yê
  18. Erdal Susem – Edîtorê Kovara Eylülê
  19. Erhan Akkuş – Pêşkêşvanê Nûçeyên Bugün TV’yê
  20. Erol Zavar – Xwediyê Kovara Odakê û Midûrê Karê Nivîsê
  21. Fatîh Ozgür Aydin – Midûrê Karê Nivîsê yê kovara Arti Îvme
  22. Farûk Akkan – Xebatkarê Ajansa Nûçeyan a Cîhan
  23. Ferhat Çîftçî – Nûnerê Rojnameya AzadiyaWelat ê Dîlokê
  24. Fevzî Yazici – Rojnameya Zaman, Rojnamevan-Nivîskar
  25. Gokhan Gumuş – Nûnerê Rojnameya AzadiyaWelat ê Dêrsimê
  26. Gultekîn Avci – Nivîskarê Quncikan ê Rojnameya Bugünê
  27. Harûn Reşît Çumen – Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Zamanê yê berê
  28. Hasan Taşar – Nûçegihanê TRT Ankarayê
  29. Hatîce Dûman – Xwediya Rojnameya Atılımê û Midûra Karê Nivîsê
  30. Hudaverdî Yildirim – Edîtorê Nûçeyan ê Can Erzincan TV’yê
  31. İbrahim Halîl Özturkerî – Erkdarê Çêkirin û Weşanê yê TRT’yê berê
  32. Îbrahîm Karakaş – Xebatkarê Rojnameya Yeni Yaşamê
  33. Îsmaîl Çoban – Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya AzadiyaWelat ê berê
  34. Kamûran Sûnbat –Nûçegihanê berê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê
  35. Kazim Canlan – Nûçegihanê Cîhanê
  36. Kenan Karavîl – Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radyo Dunyayê
  37. Lokman Gezgîn – Rojnamevanê Serbest
  38. Mahmut Gulecan – Berpirsiyar û Midûrê Karê Nivîsê yê Kovara Ozgür Halkê
  39. Mehmet Baransû – Nivîskarê Rojnameya Tarafê
  40. Melîh Gasgar – Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Cîhan ê Balıkesirê
  41. Mîktat Algul – Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Mezitli FM’ê
  42. Mûrat Çapan – Berpirsiyar û Midûrê Karê Nivîsê yê Kovara Noktayê
  43. Mûstafa Gok – Nûnêrê Kovara Ekmek û Adaletê yê Enqereyê
  44. Mûstafa Unal – Rojnameya Zaman
  45. Nedîm Turfent – Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê
  46. Nûh Gonultaş – Nivîskarê Rojnameyên Bugun û Zamanê
  47. Osman Çalik – Gerînendeyê Weşanê yê Samanyolu Haber Radyoyê
  48. Ozcan Keser, Şefê Îstixbaratê TRT İstanbulê
  49. Ozden Kinik – Xebatkarê TRT’yê
  50. Ozlem Seyhan – Edîtora JinNewsê
  51. Recaî Morkoç – Edîtorê Buroya Herêmê yê Antalya Ajansa Nûçeyan Cîhanê
  52. Rifat Soylemez – Xwediyê Rojnameya Adana Haberê
  53. Samî Tûnca – Midûrê Karê Nivîsê yê Kovara Mücadele Birligiyê
  54. Sedef Kabaş – Rojnamevan
  55. Semîh Elîtaş – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat
  56. Serkan Sedat Guray – Çêkira Bernemayên Burç FM’ê
  57. Sertan Onal – Rojnameya Halkın Günlügüyê
  58. Seyîthan Akyuz – Nûnêrê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê
  59. Sîbel Mustafaoglu – Xebatkara Rojnameya AzadiyaWelat
  60. Tûrgût Ûsûl – Nûçegihanê TRT’ê
  61. Tulay Canpolat – Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
  62. Ûgûr Yilmaz – Xebatkarê Malpera Bedlîs û çapemeniya Şaredariya Bedlisê
  63. Vahît Yazgan – Nûnêrê Rojnameya Zamanê yê Egeyê
  64. Zafer Ozcan – Edîtorê Beşê Aboriyê yê Rojnameya Bugünê
  65. Zîya Ataman – Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê