4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li hemberî Îranê lûtkeya Neqebê hate lidarxistin

Bi tevlêbûna Wezîrên Karên Derve yên welatên DYA, îmarat, Behreyn, Fas û Misrê li bajarê Neqeb ê Israîlê lutkeya Neqebê pêk hat. Di dawiya lûtkeyê de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya de hate destnîşankirin ku di vê civînê de lijneyên ewlekariyê yên ji bo astengkirina gefên Îranê hatine avakirin. Her wiha toreke hişyariya lezgîn jî hatiye avakirin.

Wezîrê Karên Derve yê Israîlê Yaîr Labîd da xuyakirin ku lûtkeya Neqeb nameyeke bihêze bo Îranê û di pêşerojê de ev hevgirtin dê were berfirehkirin.

Her wiha Labîd anî ziman ku ev civîna li asta herêmê dê bi berdewamî were lidarxistin û bi rengekî berfirehtir berdewam bike.

Labîd di berdewamiya axaftina xwe de behsa têkliyên di navbera Filistîn û Israîlê de kir û wiha got: “ Em ê hewl bidin ku rê li ber gelên Filistîn û Israîlê vekin ku di nava aramiyê de bi hev re bijîn.”

Di heman çarçoveyê de Wezîrê Karên Derve yê Êmisrê Sdamih Şukrî jî wiha got: “ Lûtkeya Neqebê ji bo pêşîgirtina li gefên li ser herêmê hatiye lidarxistin, her wiha pêvajoya aştiyê ya di navbera Israîl û Filistînê de gelekî girînge û ew alîgirin ku herdu welat li gorî sînorên ku di sala 1967’an de hatine destnîşankirin, bijîn.”

Hêjayî gotinê ye ku di sala dawî de bi tevlêbûna çend welatên Kendava Erebî têkliyên bi Israîlê hêdî hêdî asayî bûn û paşê gelek welatên din ji bo têkliyên xwe bi Israîlê re nomal bikin ketin rêzê de.