spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Poyraz: Kujer li meclisê ne

Li Amed, Wan, Îzmir û Stenbolê çalakiyên “Nobeda Edaletê” berdewam dike. Çalakiyên malbatên girtiyên nexweş li Îzmirê 32 roj in didome. Malbat di çalakiyan de dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Dayika Denîz Poyraz a li Îzmirê hat qetilkirin û kurê wê Suleyman Poyraz girtî ye Fehîme Poyraz li Baroya  Îzmirê Nobeda Edaletê digire. Fehîme Poyraz anî ziman ku ji bo tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe û girtiyên neweş bên berdan di çalakiyê de ne û wiha got: “Em ji bo edalet pêk bê nobedê digirin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Li ser hemû girtiyan zext hene. Em dixwazin tecrîda li ser girtiyan rabe û girtiyên nexweş li malê bên dermankirin.”

‘Bila daxwazên dayikan pêk bînin’

Poyraz, diyar kir ku nûnerên rêxistinên civakî tên serdana wan û wiha got: “Em naxwazin cenazeyan bi ser dayikan de bişînin. Em dixwazin girtiyên nexweş berdin û naxwazin cenaze derkevin. Em dixwazin guh bidin dayikên girtiyan. Daxwaza dayikan pêk bînin. Em bi hatina saziyan kêfxweş dibin. Ji hemû saziyan tên serdana me.”

‘Divê Aysel Tugluk bê berdan’

Poyraz têkildarî serdana malbatan a Enqereyê jî nirxand û wiha got: “Dayik çûn serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî. Nûnerên partiyan soz dan malbatan. Divê soza xwe pêk bêk bînin. Divê mijarê bibin meclisê. Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Wekî Aysel Tugluk a nexweş divê serbest bê berdan. Nikare bi serê xwe bijî. Nikare pêdiviyên xwe bibîne. Divê hemû girtiyên wekî wê serbest bên berdan. Divê girtiyên nexweş û înfaza wan şewitîne serbest bên berdan. Em ji bo girtiyên nexweş rûniştine.”

‘Em dixwazin edalet cihê xwe bibine’

Poyraz, li ser zor û zextên li ser girtiyên nexweş jî rawestiya û wiha got: “Em naxwazin cenaze bi ser dayikan de bişînin. Em dixwazin çareseriyê ava bikin. Kezebê dayikan dişewite. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Girtî nikarin pêdiviyên xwe bibînin. Divê girtiyan berdin û malbat li malê zarokên xwe tedawî bikin. Cezayên girtiyan xelas dibe, lê dîsa wan bernadin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê girtiyên nexweş berdin. Em bang li malbatan jî dikin ku ji bo zarokên xwe tev li nobedê bibin. Em dixwazin malbat li zarokên xwe xwedî derkevin. Divê zû bikin û dereng nemînin. Em ji malbatan dika dikin ku bên li Nobeda  Edaletê rûnên. Girtî girtiyên me tevan e. Ev zarokên girtî zarokên gelê kurd tevan in. Divê em destûr nedin cenaze derkevin. Divê dayik destekê bidin zarokên xwe.”

‘Berxwedana Emîne Şenyaşar silav kir’

Poyraz, silavên xwe ji Emîne Şenyaşar re jî şand û wiha got: “Em hevî dikin ku edalet cihê xwe bibîne. Eger qatil bên girtin wê demê edalet dê cihê xwe bibîne. Lê qatil li meclisê ye. Malbat ji bo edaletê li ber xwe didin. Ez bawer dikim ku dê bi ser bikevin. Berxwedana wê ya mezin heye.”

‘Heta daxwazên me pêk bên dê çalakiya me bidome’

Poyraz herî dawî destnîşan kir ku çalakiya wan dê bidome û wiha got: “Heta daxwazên me pêk bê dê çalakiya me bidome. Heta hemû girtiyên nexweş û Aysel Tugluk serbest berdin çalakiya me dê bidome.”