4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamementoya Iraqê dîsa nikaribû serokomarê xwe destnîşan bike

Tevî ku zêdeyî mehekê di ser hilbijartinên parlamentoya Iraqê re derbasdbûn û ji bo destnîşankirina serokomar cara duyemîn li hev civiyan lê dîsa civîna wan bê encam bidawî bû.

Di encama vê yekê de nakokiya siyasî ya heyî kûrtir bû û tevliheviya li wî welatî zêdetir bû. Di encama van nakokiyan de hin xwepêşandêran li Bexdayê êrîşî nivîsgeheke Partiya Demokrata Kurdistanê kir û agir berda nivîsgehê. Lê li gorî ajansa Someriyê ya Iraqê di demeke kurt de hêzên ewlekariyê hatin cihê bûyerê û agir vemirandin.

Li gorî heman çavkaniyê sedemê derketina vê bûyerê tweetek li ser navê akadimisyenê kurd Nayif Kurdistanî hatibû parvekirin û tê de gotibû; em girêdayî lêvegera erebî ne, ne ya farisî.

Lewre jî komeke alîgirên şiîyên ji derveyî Sedir ev êrîş pêk anîne. Lê piştî bûyerê derkete holê ku hesabê  Nayif Kurdistanî hatiye bidestxistin û hineka din li ser navê wî ew tweet weşandiye.  Akadimisyenê kurd bi tweetekê wiha gotiye: Gelê hêjayan rûpelê min hatibû bidestxistin û niha min hesabê xwe ji destê wan derxist, ew tiştê ku li ser hatibû parvekirin ne min nivisandibû. Ez lêborîna xwe ji lêvegera Necef a Şerîf dixwazim.