2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Ukraynayê: Çekan bidin me

Artêşa Ukrynayê di roja 33’mîn a êrîşên Rûsyayê de der barê hewldanên Rûsyayê yên desteserkirina paytext Kievê de daxuyaniyek da. Artêşê diyar kir ku artêşa Rûsyayê ji gelek aliyan ve xwestiye derbasî nava Paytext Kievê bibe û wiha got: “Lê hêzên me heta niha rê nadin hêzên Rûsyayê.” Li gorî wê daxuyaniya di van rojên dawî de artêşa Ukraynayê 5 êrîşên artêşa Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê şikandine û hêzên wan giranî daye ser parastinê. Di berdewamiya daxuyaniyê de agahî der barê encamên şer jî hatine dayîn. Li gorî wan agahiyan artêşa Ukraynayê di van êrîşên dawî de 4 balafir, helîkopterek, 2 balafirên bê mirov û 5 tankên artêşa Rûsyayê rûxandine.

Ji aliyekî din artêşa Ukraynayê dîsa bang li welatên Rojava û DYA’yê kir ku ew ne lihêviya alîkariya wan welatan a tevlêbûna vî şerî ye. Berdevkê artêşa Ukraynayê Kolonel Yuri Ignat ev daxwaza artêşa Ukraynayê anî ziman û wiha got: “Heke di demeke nêz de alîkariya leşkerî bi me re nebe dê rewş gelekî xerabtir bibe, tenê çekan bidin me li kêleka me şer nekin.”

Hewldanên hevdîtina bi Putîn re

Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenski diyar kir ku deriyên diyaloga bi Moskovayê re vekirî ne û wiha xuya dike ku êdî li hemberî ewqas wêraniya ku li welatê wî tê kirin hinekî bêzar bûye. Zelenski rewşa welatê xwe şiband a dema şerê Rûsya û Çaçanistanê û wiha got: Wêraniya ku li Ukraynayê niha dibe û wêraniya li bajarên me gelekî dişibe wêraniya ku di şerê li Çaçanistanê hatibû kirin.

Her wiha Zelenski bal kişand ser şertekî Rûsyayê yê sereke ku Ukraynayê bê alî bimîne ango nekeve nava NATO’yê û wiha got: “Mijara bêalîbûna Ukraynayê bi kûrahî tê nirxandin û em ji bo hevdîtina bi Vlademir Putîn re amade ne.”

Hêjayî gotinê ye ku di destpêka êrîşên Rûsyayê de bû çend car ku Zelenski daxwaza hevdîtina raste rast ya bi Putîn re dike lê heta niha Putîn tu bersiv nedaye van bangên Zelenski.